Gokkan çalakiya xwe bi dawî dike

Gokkan çalakiya xwe bi dawî dike

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 9 roj in li qada mayinkirî ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo di rojiya mirinê de ye, dê çalakiya xwe bi dawî bike û radestî gel bike.

Hat ragihandin, di encama hevdîtina bi Wezaretên pêwendîdar re li hev hatiye kirin ku dîwar dê neyê lêkirin û li ser vê yekê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 9 roj in li dijî dîwar di rojiya mirinê de ye, wê dawî li çalakiya xwe bîne. 

Hat hînbûn Gokkan dê di deqeyên pêş de daxuyaniyekê bide û diyar bike ku ew çalakiya xwe ya rûniştin û rojiya mirinê bidawî dike û radestî gel dike.