Girtiyên PAJK'ê li dijî darvekirin û polîtîkayên AKP'ê dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên PAJK'ê li dijî darvekirin û polîtîkayên AKP'ê dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên PAJK'ê li dijî darvekirin û polîtîkayên AKP'ê dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên PJAK'ê diyar kirin ku bi boneya siyasetmedarên Kurd ê ji aliyê rejîma Îranê ve tê darvekirin û nêzikatiyên hikûmeta AKP'ê yên li hemberi "pêvajoya çareseriya demokratîk" protesto bikin, dê di 8 Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.
Girtiyên ji doza PJAK'ê bi rêya malbatan ragihandin ku bi boneya siyasetmedarên Kurd ê ji aliyê rejîma Îranê ve tê darvekirin û nêzikatiyên hikûmeta AKP'ê yên li hemberi "pêvajoya çareseriya demokratîk" ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin protesto bikin, dê di 8-9-10 Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarklirin ku serwerên cîhanê yên kapîtalîst û hêzên "dewleta kûr" naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin û di nava gelên Tirkiyeyê de aştî pêk were û ev tişt hatin ragihandin: "Hikûmeta AKP'ê him ji ber kiryarên xwe yê ku li ser herêmê dane meşandin û him jî ji ber ku tevgera gelê kurd xeta yekitiya azadiya demokratîk a gelan pêşxistiye li hember vê yekê ketiye nava gumanan û dixwazin gelan bide şerkirin û bi wî awayî hedef dikin ku bibin serwer. Desthilatdariya AKP'ê di haya vê de ye, lê ji ber feraseta faşîzan a kapîtalist-bazirgan û antî civakî tu pêdiviyên pêvajoyê bicih nîne, di kiryarên dijber de îsrar dike, nahêle pêvajo veguhere muzakereyan, aniye asta xitimandinê. Tevgera azadiya gelê kurd pêvajoya agirbestê pêşxist, gerîla vekişand, gelên Tirkiyeyê şabûna rawestandina xwinê dijiya lê desilatdariya AKP'ê jî bi hemû hêza xwe pişgirî dida çeteyên Suriyeyê dibû sedem ku her roj xwina ciwanên kurd biherike, jiyana xwe ji dest bide û mildabû milê wan. Hikûmeta AKP'ê qadên ku gerîla vala kirin lê qereqol û kalekol çêkirin, amadekariyê bendavên ku erdnigariya Kurdistanê têk dibe berdewam kirin. Dîsa li gel dewamiya pergalê her wiha cerdevanên nû hatin zêdekirin. Hikûmeta AKP'ê bi van kiryaran jî nema herî dawî dest bi lêkirina dîwarê şermê kir."
'DESTHILATDARIYA AKP DI NAVA AMADEKARIYA ŞER DE YE'
Di daxuyaniyê de girtiyan diyar kirin ku desthilatdariya AKP'ê bi berdewam kirina operasyonan yên di demê dawî de amadekariya hilbijartin û şer dikin û ev xal hat destnîşankirin: "Di girtigehan de tundî û zordariya ku li hemberî girtiyên jin tên kirin, binpêkirina mafan û destdirêjî hatiye asta teqînê."
Girtiyan anî ziman ku van polîtîkayên AKP'ê kiryarên rejîma Îranê jî diyar kir û wiha ragihandin: " Rejîma Îranê ji sala 2011'an vir ve bi PJAK'ê re agirbest dabû destpêkirin. Dewleta Îranê ji bo ku statuya xwe biparêze xwe bide jiyîn carek din bi dewleta T.C'ê re li ser înkarkirin tune kirin kurdan li hevkirine wek peyam jî siyasetmedarê Kurd Habîbullah Gulperîpûr û welat parêzê kurd Riza Îsmaîlî Manedî û bi dehan kurdên ku ji tewanên cuda dihat darizan din daliqandin. Anha jî girtiyên kurd yên ku di zindanên rejîma Îranên dene bi daliqandinê ve rû bi rû nin."