Girtiyên li Tîpa F ya Wanê dawî li greva birçîbûnê anîn
Girtiyên li Tîpa F ya Wanê dawî li greva birçîbûnê anîn
Girtiyên li Tîpa F ya Wanê dawî li greva birçîbûnê anîn
Greva birçîbûnê ya girtiyên li Tîpa F ya Wanê, ku ji ber girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Çewlikê fîrar kiribûn li bloka C hatin bicihkirin û ji girtiyên PKK'yî hatin qutkirin û zext zêde bûn beriya 18 rojan destpêkiribû, li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan bi dawî bû.
32 girtiyên siyasî yên surgunî Girtîga Tîpa F ya Wanê hatin kirin, di 27'ê Cotmeha 2013'an de li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Li greva birçîbûnê, di hefteya bihurî de 10 girtiyên din jî zêde bûbû û hejmara girtiyên di grevê de bûbû 42.
Ji ber ku daxwazên girtiyan hatin qebûlkirin, greva birçîbûnê îro bi dawî bû. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe ev daxuyanî dan raya giştî:
"Weke girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, ji ber beşeke mezin a daxwazên me hatine qebûlkirin û li ser pêşniyara tevgera me ya ji bo dawîkirina çalakiyê, di serî de greva birçîbûnê ya beriya 18 rojan me dabûn destpêkirin, ji 13'ê Mijdarê û pê ve em dawî li hemû çalakiyên xwe yên boykotê tînin. Em ji hemû saziyên ku di nav vê pêvajoyê de çalakiya me ya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger şopandine, spasiyên xwe pêşkêş dikin."