Girseya ji Şirnex û Rihayê ket ser rêya Nisêbînê rastî astengiya polîsan hat
Girseya ji Şirnex û Rihayê ket ser rêya Nisêbînê rastî astengiya polîsan hat
Girseya ji Şirnex û Rihayê ket ser rêya Nisêbînê rastî astengiya polîsan hat
Girseya gel a ji Şirnex û Rihayê ket ser rêya Nisêbînê tê astengkirin. Girseya ji Bismilê ket ser rê jî li gel hemû astengiyan jî ber bi Nisêbînê ve diçe.
Girseya gel a ji Riha û navçeyên wê bi wesayîtên taybet ketin ser rêya Nisêbînê li derketina Wêranşarê hat rawestandin. Polîsên ku bi maşînên zirxî û TOMA'yan rê girtine nahêle girse rêya xwe dewam bike. Beşek ji girseya Rihayê, di rêyên cuda de xwe gihand Nisêbînê.
Girseya ji Qilaban û Elkê ket ser rê jî li derketina ji Şirnexê hat sekinandin. Ji ber destûr ji derbasbûna wesayîtan nehat dayîn, girseya gel xwest bi peya xwe bigihîne Nisêbînê. Polîsan bi maşînan rê girtin û destûr neda derbasbûna girseyê.
Çalakgeran li vir daxuyaniyek da û 5 deqeyan li ser rê çalakiya rûniştinê pêk anîn, dûre vegeriyan navenda navçeyê. Girseya gel li vê derê heta Meydana Cûmhûriyetê meşiya û pêkanîn şermezar kir.
Konvoya ji Bismilê ket ser rêya Nisêbînê jî, li derketina ji Bismilê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Ji ber polîsan nehişt konvoy derbas bibe, girseya gel ji wesayîtan peya bû û ber bi Tesîsên Berhram dest bi meşê kir. Li dû vê meşê polîsên Tirk neçar man xwe vekişînin û bi sedan kes dîsa li wesayîtên xwe siwar bûn û rêya xwe ya ber bi Nisêbînê ewam kir.
Girseya gel a ji Amedê jî piştî sekna bi saetan a li nuqteyên kontrolê, ket ser rêya Nisêbînê.