Girseya gel a ji Rihayê diçû Nisêbînê hat astengkirin
Girseya gel a ji Rihayê diçû Nisêbînê hat astengkirin
Girseya gel a ji Rihayê diçû Nisêbînê hat astengkirin
Girseya beşdarî meşa BDP û HDP'ê ya li dijî dîwarê şermê ya li Nisêbînê dibe, tê astengkirin. Girseya gel a ji bo beşdarî çalakiyê bibe ji Rihayê ket ser rê, li xaçerêya Zanîngeha Herranê ji aliyê bi sedan polîsan ve hat rawestandin.
BDP û HDP, bi armanca piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 9 roj in ji bo dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de şermezar bike di rojiya mirinê de ye û bi amanca şermezarkirina lêkirina dîwarê şermê, îro çalakiyekê lidar dixe.
Piştî ku Walîtiya Mêrdînê duh êvarê çalakî qedexe kir, girseya gel a ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê ket ser rê ji aliyê polîs û hêzên taybet ve hat astengkirin. 5 otobusên îro danê sibê ji Rihayê ketin rê, li xaçerêya Zanîngeha Herranê lê ye ji aliyê bi sedan polîsan ve hatin sekinandin.
Bi sedan mirovên di otobusan de di kontrola nasnameyê re tên derbaskirin û destûra derbasbûna wan nayê dayîn.