Gerîlayê HPG’ê Gezgor li Daquq hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Gezgor li Daquq hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Gezgor li Daquq hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Merwan Gezgor ê 1’ê Mijdarê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de li Daquq jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê hat bîranîn.
Merasîma ji bo gerîlayê HPG’ê Merwan Gezgor di pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistan li Navenda Sporê ya Ciwanên Daquqê hat lidarxistin. Gerîlayên HPG/YJA STAR, pêşmerge û gelek welatî û ciwan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Di merasîmê de Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê yê Kerkûkê Egîd Kelar axivî. Kelar got ku gerîla Merwan sembola yekîtiya neteweyî û cangoriyek dilsoz ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Kelar bal kişand ser destkeftiyên gelê Kurd ên îro bi dest xistiye û wiha axaftina xwe domand; "Ger em ne xwedî ewqas dîrokek dewlemend bûna me nikarîbû îro li hember dijmin şer kiriba, ji ber wê heval Merwan ev peyam daye me ku çiqasî yekîtiya neteweyî girîng e û bi xwîna xwe ew hêz ava kir ku em li hemberî DAIŞ 'ê têkoşîna xwe bi ser bixin.”
Kelar axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ruhê heval Merwan ruhê Kobanê ye, ruhê Amedê ye, ruhê Qamişlo ye, Mahabad e, ruhê serkeftinê ev e. Li ser navê Hêzên Parastina Gel banga me jî ev e ku em bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin ji bo gelê me azad bijî."
Piştî axaftina Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar fermandarê pêşmergeyan Amîd Aras axivî.
Aras bal kişand ser hevgirtina hêzên Kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û wiha axaftina xwe domand; "Em weke hêzên pêşmerge amade ne parastina hemû axa Kurdistanê bikin. Îro gerîla li vi re û pêşmergê li Kobanê ye, ger îro gel Kurd pêwîstî bi pêşmergan, bi hevalan hebe, amade ne şer bikin."
Her wiha berpirsê Komîteya YNK'ê ya Daquqê, berpirse PDK'ê yê navçeya Daquqê, Receb Asî yê Kakaî, mamosta Roza Ahmed hwd. gelek kesayet beşdarî merasîmê bûn û axivîn.
Axafvanan herî zêde bal kişandin ser hêza hevgirtina gelê Kurd û peyama avakirina Kongreya Neteweyî.
Merasîm bi xwendina helbestan bi dawî bû.