Êrîşa bombeyî ya li Kobanê li Parîsê hat protestokirin

Êrîşa bombeyî ya li Kobanê li Parîsê hat protestokirin

Êrîşa bombeyî ya li Kobanê, ku di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn, li paytexta Fransa Parîsê hat şermezarkirin.

Êrîşa bi wesayîta bombeyî ya li nêzî avahiya Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê, ji aliyê ciwanên Kurd ve li Parîsê bi meşekê hat protestokirin.

Ciwanan yek ji kolanên herî qelebalix ên Parîsê Boulevard Bonne Nouvelle li çûn û hatinê girtin û alên PYD, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Ciwanan dirûşmên "Teroîst El Nûsra", "Bijî Berxwedana YPG'ê" qîriyan û bi meşa li tevahiya kolana Bonne Nouvelle dawî li çalakiya xwe anîn.