Encamnameya civîna rêveberiya demî hate aşkerakirin
Encamnameya civîna rêveberiya demî hate aşkerakirin
Encamnameya civîna rêveberiya demî hate aşkerakirin
Encamnameya civîna rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ev proje wê bibe mînaka Suriyeya demokratîk û bang li hemû hêzên herêmî û navneteweyî hate kirin ku piştgiriya projeyê bikin.
Encamnameya civîna rêveberiya demî ku duh li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, hate aşkerakirin. Daxuyanî li ser navê Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ya ku di civînê de hate hilbijartin, hate dayîn. Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku ev proje faktoreke ewlekarî û aramiyê ya li herêmê ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclîs dê ji bo yekîtiya Sûriyê bixebite û wiha hate gotin: “Li gel vê rewşa awarte û hesas ku Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe, ji bo dagirtina valahiya rêveberiya herêmê, ji bo ewlekarî û aramiya herêmê, pêwîste rêveberiyeke demî, demokratîk û hevbeş were avakirin.”
Di daxuyaniyê hate gotin ku civîna damezirandinê di 12’ê Mijdara 2013’an de di atmosfêrekî demokratîk de hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: “Civîn bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê yên siyasî û civakî hate birêvebirin. Di civînê de biryar hate girtin ku ev civîna Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ye. Her wiha di civînê de ji bo ku têkildarî projeya rêveberiya herêmî belgeyan amade û pêşkêşî meclîsê bike, komîteyek ji hemû pêkhateyan hate avakirin. Komîte wê xebatên hevpeymana civakî û qanûnî amade bike û piştre jî ji bo erêkirinê dê pêşkêşî meclîsê bike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demeke ji bo yekîtiya Sûriyê kar tê meşandin de, ev proje wê ji bo ewlekarî û aramiyê bibe faktorekî girîng û dê bibe mînakek ji bo avakirina Sûriya demokratîk.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên têkildar, hêzên herêmî û navneteweyî, dewletên cîran hate kirin ku rewşa niha herêm tê de derbas dibe liber çavan bigirin û piştgiriya vê projeyê bikin.