Emrê semasiyên li Gronlandê ji 400 salan zêdetir e

Derket holê, sêmasiyên Gronlandê, ku ji ber li Girava Gronland û derdora wê dijîn ev nav li wan hatiye kirin, ji 400 salan zêdetir dijîn. Hişyarî tê kirin, ku jiyana bi emrekî dirêj, dibe ku rê li ber tinebûna vî cureyê masî veke.

Li gorî lêkolîna ji aliyê zanyarên Zanîngeha Kopenhagenê ve hat kirin û di kovara Scîence de hat weşandin, emrê semasiyên Gronlandê herî kêm 400 sal e.

Dirêjahiya semasiyên Gronlandê ji 80 cm heta 5 metreyan e û 28 diranên wan hene. Di lêkolîna li ser vî celebê masiyan hat kirin de tespît bû, ku ev semasî salê bi qasî santîmetreyekê mezin dibe. Li gorî vê hesabê, yek ji semasiyên li vir hat lêkolînkirin, emrê wî 392 salî ye.

Di heman lêkolînê de hişyarî tê dayîn, ku eger ev celebê masiyan baş neyê parastin, xeterî heye ku tine bibe.

Ji bilî semasiyê Gronlandê, tê texmînkirin ku balînayê Gronlandê jî herî kêm 200 salan dijîn.