Emniyeta Êlihê: Kiryarên qetilkirina Temel endamên HUDA PAR in
Emniyeta Êlihê: Kiryarên qetilkirina Temel endamên HUDA PAR in
Emniyeta Êlihê: Kiryarên qetilkirina Temel endamên HUDA PAR in
Emniyeta Êlihê weke kiryarê qetilkirina Ozcan Temel, HUDA PAR nîşan da.
Yekîneya Şaxê Ewlekariyê ya Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Êlihê di bulteya xwe ya çapemeniyê ya heftane ji saziyên çapemeniyê re şand de, di raporên li ser merasîma cenazeyê Ozcan Temel de endamên HUDA PAR'ê weke kiryarên kuştinê nîşan da.
Di rapora polîsan de hat gotin, "Di navbera endamên Partiya Doza Hur (HUDA PAR) û komên piştgiriya rêxistina terorê PKK/KCK'ê de de pevçûn derket û cenazeyê kesê di pevçûna bi çekan a li vê derê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê hat wergirtin û li Goristana Gundê Recepler ê bajarê me, hat veşartin."
Li gel van gotin û tespîtan polîsên Êlihê 14 kesên rojek piştî êrîşê binçav kiribû, bêyî dema wan a binavçkirinê biqede, serbest berda.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku îro danê sibê saet di 05:30 de di encama serdegirtina maleke li Taxa Saglik de kesekî hat gotin endamê HUDA PAR'ê ye hat binçavkirin.