Ehmed: Amadekariyên Rêveberiya Demî gihaştin asta dawî
Ehmed: Amadekariyên Rêveberiya Demî gihaştin asta dawî
Ehmed: Amadekariyên Rêveberiya Demî gihaştin asta dawî
Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Abdulselam Ehmed destnîşan kir ku amadekariyên Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê gihaştine asta dawî û ew hêvîdarin ku dê ev xebat di demeke kurt de bi encam bibe. Ehmed bal kişand ser helwesta neyînî ya ENKS'ê û got, "Kes û partiyên naxwazin beşdarî Rêveberiya Demî bibin dikarin rola opozîsyonê bileyzin."
Hevserokê Meclîsa Gel Rojavaya Kurdistan (MGRK) Abdulselam Ehmed li ser xebatên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan, nêzîkatiyên pêkhateyên din ên Rojavaya Kurdistan, beşdarbûna ENKS’ê di çi astê deye ji ANF axivî û diyar kir ku amadekariyên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan gihaştiye asta dawî û ew hêvî dikin di demek nêzde xebatan bi encam bikin.
Ehmed bibîr xist ku beriya niha bi demekê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) ji bo rêveberiyekî demî li Rojavaya Kurdistan bê avakirin, projeyek destnîşan kiribû û got, "di encama hevdîtinê navbera Meclîsa Gel Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) de, her du meclîsan pejirand ku projeyan PYD’ê wek a herdu meclîsan bê qebûlkirin. Li ser vê yekê ji herdu meclîsan komîte hatin avakirin û bi pêkhateyên din ên Rojavaya Kurdistan’ê re hevdîtin hatin kirin. Di encama wan hevdîtinan de hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan dabûn diyar kirin ku rêveberiya demî girînge û divê were avakirin.
Niha êdî hemû pêkhate tên cem hev û çawatiya Rêveberiya Demî nîqaş dikin. Armanca wan civîna komîteyekî ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tên bê avakirin û amadekariya rêveberiya demî bike. Dîsan ji bo civakê hevpeymanekê diyar bike."
'DERENGKETINA AVABÛNA RÊVEBERIYA DEMÎ JI BER HELWESTA NEYÎNÎ YA ENKS YE'
Ehmed da zanîn ku ew dixwazin hemû hêzên siyasî çi biçûk çi mezin, di nava Rêveberiya Demî de cih bigirin û wiha peyivî: "Lê ger hinek hêz nexwazin di nava Rêveberiya Demî de cihê bigrin jî dikarin rola opozîsyonê bibînîn. Em wek MGRK’ê; heta niha çawa ji bo pêkhatina Rêveberiya Demî me rolek erînî lîstin, em ê ji îro pêve jî xebatê xwe bidomînin. Niha encamek baş heye û her çend hin partiyên ENKS’ê hewl didin ev Rêveberî pêk neyê jî, lê di encama xebatên hatine meşandin, serketinên mezin hene. Û em hêvî dikin ku di civînên hemû pêkhateyên herêmê beşdar dibin de, di demek nêz de komîteya amadekar a Rêveberiya Demî were avakirin”
Li ser çima heta niha rêberiya demî nehatiye ava kirin Hevserokê MGRK’ê Abdulselam Ehmed got, “Heta niha hin partiyên ENKS’ê bi samimiyet nêzîk nabin û heta beşdarî civînan jî dibin, lê naxwazên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan bê avakirin. Ger em heta niha dereng ma bin ji ber nêzîkatiyên wan aliyan bûn. El Partî, Yekitî û herdu Partiyên Azadî yên di nava ENKS de xwe weke Yekitiya Siyasî nîşan didin qet naxwazin Rêveberiya Demî bê avakirin.”
'BI SAYA BERXWEDANA YPG'Ê EM ÎRO LI VIR KOM DIBIN Û EWLE NE'
Ehmed destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistan rewşek ewle heye û serketinên dawî yên YPG’ê li ser xebatên wan bandoriyekî erînî dike.
Ehmed got, “Îro jixwe rêberiyekî siyasî, ewlehî, xizmetê li hinek beşê Rojavayê Kurdistan heye. Lê em dixwazin wê rêveberiya heyî bikin ya hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan. Serketinên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistan di heman demê ji bo xebatên Rêveberiya Demî rolek êrînî dilîze. Ger em îro li vir kom dibin û bi ewlehî nîqaş dikin, bi saya serê berxwedana şervanên YPG’ê ye.”