Egîtîm Sen tabela bi 3 zimanan daliqand

Egîtîm Sen tabela bi 3 zimanan daliqand

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê Egîtîm Sen’ê ku nûnertî vekir, tabela bi sê zimanan Kurdî, Tirkî û Erebî daliqand.

Egîtîm Sen a xebatên xwe yên rêxistinkirinê didomîne, li navçeya dîrokî Heskîfê ya Êlihê nûnertiya xwe vekir. Kurdeleya vekirinê ya nûnertiyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Azîz Turay û nûnerê Egîtîm Sen ê Heskîfê Abdulvahap Ozoglu ve hat qutkirin. Tabela nûnertiyê bi Kurdî, Tirkî û Erebî hat nivîsandin.

Azîz Turay ê di vekirina nûnertiyê de axaftineke kurt kir got, "Ji bo perwerdeyeke demokratîk, zanistî û bi zimanê dayikê tevî her zorî û zehmetiyan em ê xebatên xwe yên rêxistinkirinê bidomînin.”