Egîtîm Sen'a Amedê polîtîkayên AKP'ê şermezar kir

Egîtîm Sen'a Amedê polîtîkayên AKP'ê şermezar kir

Şaxa Sendikaya Kedkarên Zanîstî û Perwerdehiyê ( EGİTİM SEN) ya Amedê, ji bo "mudaxaleya şêweya jiyanê" dexuyanî da û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar kir. 

Şaxa Sendikaya Kedkarên Zanîstî û Perwerdê (EGİTİM SEN) ya Amedê, ji bo politikayên Hikûmeta AKP'ê ku her roj li ser Kurdan zêde dibe û zextên li ser xwendekaran ên "mudahaleya şêweya jiyanê" nerazîbûnên xwe binîn ziman li avahiya komeleyê dexuyanî dan. Daxuyanî ji alî Serokê Şaxa EGÎTÎM SEN'ê ya Amedê Kasim Birtek ve hat xwendin. Birtek, diyar kir ku Serokwezîr Tayyip Erdogan dixwaze bi bedena jinê pozîsyona qada siyaseta xwe bi hêz bike. Birtek, têkildarî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a xwendekarên jin û mêr nikarin di malekê de bimînin jî axivî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi vê daxuyaniyê vê tevgera xwendekarên zanîngehê wekî bê axlaq dibine û mudehaleya jiyana wan dike û şewaza jiyana wan diguherîne. Lê mixabin yurdên jinan ku di bin parastina Dewletê dene, jin tên tacîzkirin û wan dikşinin nav fihuşê tu bertek û tedbir neyên standin." 

Birtak, anî ziman ku ewê dengê xwe nede AKP'ê ya wan wekî muxalîf dibine û zeht û zordariyan li wan dike. Birtek, da zanîn ku li hemû bajarên Tirkiyeyê şaxên wan hene û wiha got: "Saziyên me li hemu bajarên Tirkiye hene. Lê pişti bexwedana Gaziyê û virde zext û zordarî li ser sendikayên kedê zêde bûne." 

Birtek, bal kişand ser polikikayên AKP'ê yên li ser Kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP dixwaze Kurdan bi awayekî fîzîkî û ruhî perçe bike. Hikumeta AKP'ê giringiya berxwedana li hemberî sinora di navbera Niserbin û Qamişlo de nebine."