Dr. Ehmed: Şert û merc zehmetir bûne, piştgirî girîng e

Dr. Ehmed: Şert û merc zehmetir bûne, piştgirî girîng e

Li Kobanê hewa sar e, derfetên paqijiyê kêm in û sivîlên bi tehdîda DAIŞ’ê re rû bi rû ne, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Li bajêr Dr. Hîkmet Ehmed ê  xizmeta tenduristiyê dike, diyar kir bi hatina sermayê re şert û merc zehmet bûne, dermanên destê wan de diqedin û got: “ Em bang li gelê xwe yê Bakur û Başûr, odeyên tenduristî û  saziyên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin me. Ji bo êşa gelê me hinekî sivik bibe divê amûr û derman bişînin. Di van şert û mercan de  ji bo korîdora mirovahiyê bê vekirin divê hewl bidin."

Li Kobanê ev 3 meh e berxwedan didome û di qada tenduristiyê de jî pirsgirêkên cur bi cur tên jiyîn. Doktorên ku hejmara wan gelek kêm in hewl didin bi hezaran sivîlî derman bikin. Doktor di şert û mercên lewaz de derman dikin û ji bo mudaxalekirina birîndaran xaniyek kirine nexweşxane. Her wiha dîsa ji bo sivîlan jî xaniyek kirine nexweşxane.

ŞER ZEHMET BÛN

Dr. Hîkmet Ehmed ku bi rewşa sivîlan re eleqedar dibe got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê destpê kirin, ez hatim Kobanê. Ez hewl didim êşa gelê xwe kêm be jî kêm bikim. Di vê pêvajoyê de bi piştgiriya ku gelê Bakurê Kurdistanê da me, em ji gelê xwe re bûn alîkar. Lê niha şert zehmet bûn.  Bi hatina zivistanê re zehmetî zêde bûn.  Hem vegera gelê me û hem jî hatina gelê me yê ji Bakur şertê me zehmet kir. Piraniya kesên tên zarok û extiyar in. pêwîstiya wan bi cil û bergan û xwarinê heye. Berê 4 nexweşxaneyên me hebûn, lê di şer de hatin bombebarankirin.

HEWAYA SAR

Bi hatina hewaya sar re bi welatiyên sivîl re nexweşiyên wekê sîngê, bronşît, serma, mîde û roviyan destpê kirin. Dîsa ji ber xwarina ne bi tenduristî bi zarok û extiyaran re nexweşiyan peyda bûbn. Ji ber ku şer didome li Kobanê ava paqij tune. Ji ber vê jî nexweşî belav bûne. Dîsa derfetên paqijiyê kêm in. Ji ber vê jî nexweşiya çerm zêde bûye. Li bajar derfetên paqijiyê tune ne. Li her derê sewal mirine û wisa li erdê mane. Dîsa li gelek cihên ku mirov xwe nagihîninê cenazeyê DAIŞ’ê hene. Derfetên me yên rakirinê jî tune ne. Ev tehdîdên cidî li ser tenduristiyê dikin. Gelek xanî hatine mayînkirin. Ev jî xetereyên mezin çêdikin.”

Ehmed da zanîn ku hewcedarî niha bi derman û amûrên tenduristiyê hene û ev bang kir: “Gelê me yê Bakur û Başûr, odeyên tendurîstî û saziyên tenduristiya navneteweyî divê piştgiriyê bidin Kobanê. Ji bo êşa gelê me hinek sivik bibe divê piştgiriya derman û amûran bikin. Em bang li hemû sazî û Yekîtiya Tenduristiyê ya Tirkiyeyê dikin bila piştgiriyê bidin me. Gelê me di rojên zehmet de derbas dibe."

JENOJÎTEK TÊ JIYÎN

Ehmed destnîşan kir ku şerê ku li dijî wan hatiye destpêkirin ne tenê li dijî wan li dijî hemû gelan hatiye destpêkirin û got: “Li vir tenê artêşan şer nekir. Li vir jenosîtek tê jiyîn. Gelê me bi giştî ji warê wan hat kirin. Li dijî mirovahiyê şer hat destpêkirin. Vê koma terorîst ti tiştekî gel nehişt. Her der wêran kir, xanî şewitandin. Ger ev gel sibe vegere jî ti tiştekî wan ku jiyana xwe sererast bikin tune. Em berxwedanê tenê ji YPG û YPJ’ê re nehêlin. Em jî bi xizmeta ji bo gelê xwe berxwedana xwe bidomînin.”