‘Dixwazin kurdan bi destê kurdan bidin kuştin’
‘Dixwazin kurdan bi destê kurdan bidin kuştin’
‘Dixwazin kurdan bi destê kurdan bidin kuştin’
Tevkarên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê bi boneya êrîşên endamên HUDA PAR'ê yên li dijî welatiyan şermezar bikin û malbata welatiyê bi navê Ozcan Temel ê ku di encama êrîşa çekdar de hate qetilkirin ziyaret kirin.
Tevkarê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê bi boneya êrîşên endamên HUDA PAR'ê yên li dijî welatiyan şermezar bikin û malbata welatiyê bi navê Ozcan Temel ê ku di encama êrîşa çekdar de hate qetilkirin ziyaret kirin û sersaxî xwestin. Taziyeya li ber mala Temel didome hate ziyaretkirin. Di ziyaretê de Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Qasim Bîrtek, Serokê Şaxa Êgîtîm Sen a Êlihê Bulent Hatun, Seroka SES’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, tevkarên Platforma Şaxên KESK’ê yên Amed û Êlihê amade bûn.
Malbata Temel, heyeta KESK’iyan pêşwazî kir û pişt re fatîha hate xwendin. Li ser navê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Serokê Şaxa Egîtim Sen a Amedê Qasim Bîrtek axivî. Bîrtek diyar kir ku, ew carek din ji bo malbata Temel û gelê Kurd sersaxî dixwazin.
Bîrtek anî ziman ku, Ozcan Temel ne tenê şehîdê malbatê, yê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye û got, şehîdê kedkariyê ye. Bîrtek da zanîn ku, salên 1990’î de qetlîam û înfazên wiha gelek pêk hatin û got ku di wê demê de gelek Kurd û hevalên wan hatin qetilkirin.
Bîrtek destnîşan kir ku, qetlîamên wan salan bi destên heman çeteyan pêk hat û wiha axivî: “Dîsa em lê dinêrin ev lîstik li Kurdistanê dubare dibin. Dixwazin kurdan bi destê kurdan bidin kuştin. Ev yek jî pratîkê vê yekê ye. Bila ev çete baş bizanin gelê Kurd bi kuştinê ne ditirse û ne jî gav diavêje paş. Di salên 90’î de li gel ew qas qetlîam jî gelê Kurd gav paş ve ne avêt. Bêtir pêş de çûn û yekîtiya xwe xurtkirin. Dê gelê Kurd ji vê qetlîamê jî ne tirse û gav bi paş ve ne avêje. Daxwaza me ewe ku kê ev qetlîamê pêkaniye demek beriya demekê derbixin holê û qatil kî be bila bê darizandin. Bila kujerên heval Ozcan Temel derbikevin holê.”
Bîrtek piştî axaftina xwe çû cem bavê Ozcan Temel, Mehmet Emîn Temel demek pêre sohbet kir û dilê wî xweş kir.
Heyeta KESK’iyan pişt re çû serdana rêxistina BDP’ê ya Êlihê.