'Dîwarê şermê' li Til Temir û Dêrikê hate şermezarkirin

'Dîwarê şermê' li Til Temir û Dêrikê hate şermezarkirin

"Dîwarê şermê" yê ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, li bajarên Til Temir û Dêrikê ji aliyê dehan kesan ve hate şermezarkirin. Di çalakiyan de piştgiriya ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwar ketiye rojiya mirinê hate nîşandan.

Li bajarê Til Temir Yekîtiya Star bi beşdariya dehan jinên Kurd û Ereb li pêşiya Navenda Jinan çalakî lidar xist. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin û çêkirina dîwarê şermê hate şermezarkirin. Her wiha piştgiriya çalakiya Ayşe Gokkan hate nîşandan.

Li bajarê Dêrikê jî Meclîsa Şaredariya Bajêr bi beşdariya dehan endamên meclîsê ji bo piştgiriya Ayşe Gokkan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de Rêvebera Şaredariyê Semîra Yûsif daxuyaniyek bi navê şaredariyê xwend û wiha got: “Em wekî şaredariya bajarê Dêrikê çalakiya têkoşer Ayşe Gokkan pîroz dikin. Dewletên desthilatdar ev sînor li gorî berjewendiyên xwe û ji bo lewazkirina gelan dane çêkirin. Lê gelê Kurd bi rêberiya Tevgera Azadiya Neteweyî ev hemû siyaset pûç kiriye.”