Diwarê şermê li Stenbolê bi meşê hat şermezar kirin

Diwarê şermê li Stenbolê bi meşê hat şermezar kirin

Rêxistina BDP'ê ya Herêma 2'emîn a Stenbolê bi boneya dîwarê li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de tê avakirin û mudaxaleya li dijî gel pêk hat şermezar bikin bi meşa girseyî çalakî pêk anî. Girsê di meşê de diyar kir ku heta bi tevahî deriyên sînor bên vekirin dê têkoşîna xwe berdewam bike.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê li herêma duyemîn a Stenbolê li dijî Diwarê Şermê ku li ser sînorê di navbera Nisêbin û Qamişlo de tê avakirin şermezar bike û piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan rojiya mirinê pêk anî, ji Qada Haciahmet a Beyoglu heta Qada Kurtuluşê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de bi sedan kes amade bûn û siloganên "Li ser kurdistanê dîwar şên nabin", "Mirovahî sînoran nas nake" û "Li dijî rojava bê deng nemîne", "Em bi têkoşîna rûmet a Berîtanan ber bi azadiyê ve dimeşîn" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Dîsa alên PKK û PYD'ê bilind kirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin."

Komê piştî meş pêk anî li ser navê BDP'ê Hevseroka BDP'ê ya Beyoglu Songul Oktar, axivî û diyar kir hêzên emperyalist dixwazin kurdan perçe bikin û ji hev dûr bixin û yekîtiya kurdan a neteweyî û navnetewî belav bikin. Oktar, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê jî bi vê piratîka xwe xizmetê ji van welatan re dike û li dijî kurdan cihê xwe digire.
Oktar, destnîşan kir ku ew tu carî li hemberî vê hişmendiyê bêdeng namîn û heta ku bi temamî deriyên di navbera kurdan de vebin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.