'Dîwarê şermê' li Mêrdîn û Şirnexê hat şermezarkirin
'Dîwarê şermê' li Mêrdîn û Şirnexê hat şermezarkirin
'Dîwarê şermê' li Mêrdîn û Şirnexê hat şermezarkirin
Li dijî 'dîwarê şermê' yê li navbera Nisêbîn-Qamişlo tê lêkirin, li Mêrdînê nûnerên gel ên BDP'yî çalakiya rûniştinê ya bêdeng lidar xistin. Li navçeya Şirnex Qilabanê jî meşa protestoyî pêk hat.
Şaredarên BDP'yî yên Mêrdînê, endamên meclîsa şaredariyê û bernamzet, bi armanca şermezarkirina 'dîwarê şermê' li hewşa Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê nûnerên gel Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û got, "Hikûmetê ji me re gotibû dê ev dîwar neyê lêkirin. Lê belê piştî ku me dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirinê anîn, ji nû ve dest bi lêkirina dîwar kirin. Hikûmet çima soza xwe bicih nîne?"
Kaymaz ragihand ku di sedsala 21'an de di şûna rakirina sînoran û paqijkirina mayinan de hikûmet 'dîwarê şermê' li ser sînor ava dike û ji AKP'ê xwest, ku tavilê ji vê polîtîkaya xwe ya 'qirêj' vegere. Li dû daxuyaniyê nêzî 200 nûnerên gel li hewşa Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Nûnerên gel dirûşmên "Em dîwar naxwazin, dîwar şerm e" qîriyan.
LI QILABANÊ MEŞ
Li navçeya Şirnex Qilabanê jî rêxistina BDP'ê ya navçeyê ji ber avahiya partiyê heta ber Mizgefta navendî meşiya. Li ser navê girseya gel Hevserokê BDP'ê yê navçeyê Yûnûs Urek daxuyaniyek da û got, "Dîwar, ji bo qutkirina têkilî û yekitiya gelê Kurd a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin. Sînor ji derbasbûna çeteyan vekiriye."
Piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û girseyê bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" li avahiya partiyê vegeriya û dawî li çalakiya xwe anî.