'Dîwarê şermê' li Edene û Şirnexê hat şermezarkirin

'Dîwarê şermê' li Edene û Şirnexê hat şermezarkirin

Meclîsa Ciwanan a Zanîngeha Çukurovayê û li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwendekarên amadeyiyê li hemberê "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişloyê de tê lêkirin û darvekirina girtiyên siyasî yên kurd ên li Îranê meş li dar xistin. 

Aktîvîstên Meclîsa Ciwanan ên Zanîngeha Çûkûrovayê, der barê "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê çêkirin û darvekirina girtiyên siyasî yên kurd ên li Îranê li qada R1 a Zanîngeha Çukurovayê li hev civiyan. Xwendekaran beriya meşê di hember AKP û Îranê dirûşme qîriyan, bi çepik û tililiyan rewşê şermezar kirin. 

Li ser navê xwendekarên hatin ber xwaringehê, aktivîsta Meclîsa Ciwanan Zîlan Karakeçî daxuyaniyê da û diyar kir ku "dîwarê şermê" yê tê xwestin bê lêkirin helwesteke hemberê aştiyê ye, wek e bangewaziya şer dike ye. Karakeçî, destnîşan kir ku bi çêkirina "dîwarê şermê" re hikumeta AKP'ê nîşan dide ku çawa bêberpirsyarî nêzî pêvajoyê dibe. Karakeçî got: "Di vê pêvajoyî de şûna AKP têlên li ser sînor jî rakiribûya berevajiyê wê ev têl şidand û di tunekirina Kurdan de israr dike. Li Êlihê hevalekî me ji hêla Hizbûlah ve hate qetilkirin. Û Hizbûlah li Cizîrê êrîşê cenazeyê şehît kir. Ciwanên Kurd dizanin ku li pişt van êrîşan AKP û Ergenekon a Kesk heye. Em ji hemû ciwanên naxwazin bibin amûrên lîstikên dewletê, yên zordariyê, koletiyê, fuhuşê, tiryakê, asîmilasyonê û mêtîngeriyê re bibêjin bes e re dikin, wan dawetê rêxistinbûnê dikin." 

Piştî daxuyaniyê xwendekar dîsa vegeriyan qada R1'ê. 

ŞIRNEX: Li naçeya Cizîrê ya Şirnexê jî xwendekarên Lîseya Anatolî û Pir Bername jî, bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan xwendekar li ber Lîseya Pir Bername hatin cem hev, pankarta "Em dê ne wek berê bijîn û ne wek berê şer bikin" vekirin û bi diruşmeya "Pêkûtî dê me bêzar neke" re heta ber Lîseya Anatoliyê meşiyan. 
Xwendekarên Lîseya Pir Bername bi xwendekarên Anatoliyê re hatin cem hev û deqeyek rêz girtin.  Piştre li ser navê xwendekaran Muharrem Erbek daxuyanî da û bertekê nîşanî girtin û avêtina ser malên xwendekaran da û got: "Em polîtîkayên şer ên qirêj, polîtîkayên înkar û îmhayê, polîtîkayên li ser girtiyên nexweş û dîwarê şermê yê tê xwestin di nava geln de bê lêkirin bi nefret şermezar dikin. Bila baş bê zanîn ku tu hêz nikare ya vî gelî ji hev cuda bike."