Dîwarê şermê li Edene, Îzmîr û Elbakê hat protestokirin

Dîwarê şermê li Edene, Îzmîr û Elbakê hat protestokirin

Dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de hat lêkirin, li Edene, navçeya Wan Elbak û Îzmîrê hat protestokirin.

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, der heqê dîwarê şermê yê navbera Nisêbîn-Qamişlo de li avahiya partiyê ya bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Ûgûr Bayrak da xuyakirin ku bi dîwarê li Nisêbînê re hikûmeta AKP dixwaze pêvajoyê bi temamî bixetimîne û diyar kir ku li dijî dîwarê şermê ewê ji ber avahiya partiya xwe ya navçeya Seyhanê heta Parka Înonu meşeke protestoyî lidar bixin û banga beşdariyê li gel kir.

Li Îzmîrê jî Komeleya Mafên Mirovan li avahihiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Sekreterê Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Alagoz û endamê Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê Nîzamettîn Aktaş amade bûn.

Alagoz da xuyakirin ku gelê Kurd li dijî dîwarê şermê sekiniye û got, "Ji niha û pê ve dîwarê ji pola jî çê bikin, dê nikaribe li pêşiya vîna gel rawest e."

Li navçeya Wan Elbakê jî, rêxistina BDP'ê ya navçeyê meşek lidar xist û li Kolana Kadîr Sarûhan daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Elbakê Senar Yeşîlirmak li dû meşê daxuyaniyek da û dîwarê şermê protesto kir. Piştî daxuyaniyê girseya gel careke din ber bi avahiya BDP'ê ya navçeyê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.