‘Dîwar li pêşiya vîna gel nabin asteng’

‘Dîwar li pêşiya vîna gel nabin asteng’

Bi hezaran welatiyên ku ji bajarên Rojavayê Kurdistanê meşiyan ser sînorê Nisêbînê, çêkirina "dîwarê şermê" şermezar kir û peyama "Ne Lozan û ne dîwar ji hev qut nakin tu car" dan.

Bi hezaran welatiyên ku li ser banga Yekîtiya Star di saetên serê sibehê de ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê hatin Qamişlo, li çerxerêya Zeytuniyê hatim cem hev. Girseya gel ku pankartên wekî, "Ne Lozan û ne dîwar ji hev qut nakin tu car", "Emê dîwarê şermê hilweşînin", "Bijî berxwedana Aşye Gokkan" vekirin, bi sloganên "Ji dîwaran re na, ji yekîtiya kurd re erê" heta ser sînorê Nisêbînê meşiya.

Piştî meşê bi hezaran kesan li hemberî cihê çalakiya ku kurdên Bakûrê Kurdistanê li Nisêbînê lidar dixin, çêkirina "dîwarê şermê" şermezar kir û  piştgiriya bi Ayşe Gokkan re anî ziman.

Di çalakiyê de Şaredara Qamişlo Semar Bekdaş  li ser navê TEV-DEM'ê Rêzan Gulo axaftin kirin. Her wiha li ser navê Yekîtiya Star, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Tenduristî ya Qamişlo û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin.  Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dîwar li pêşiya vîna gel nabin asteng û hate gotin ku dê hemû dîwar bi vê hêzê bêne hilweşandin.

Piştî axaftinan çalakî bidawî bû.