Dîcle: têkoşîna PKK'ê ji bo me şeref e

Dîcle: têkoşîna PKK'ê ji bo me şeref e

 Li gundê Fîsê bi tevlîbûna hezaran welatiyan 36'emîn salvegera PKK'ê tê pîrozkirin. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di mîtîngê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bi vê meşa dîrokî ya pîroz a 37'an de jî domandina îradeya me tam e û teqez e. PKK wek ava çemê ku di herka xwe de cih negire û bi çar aliyan de biherike, ne tenê ji Kurdistanê re ji hemû gelên Rojhilata Navîn û dinyayê re bûye reçeteya rizgariyê. Tam ji bo van sedeman xwepêşandêr û kedkarên vê meşa dîrokî ya bi rûmet, bi şanaz  ji bo me hemûyan şeref e."

Pîrozbahiya 36'emîn salvegera PKK'ê ya li gundê Fîsê ku PKK'ê lê hat damezrandin bi tevlîbûna hezaran kesî mîtîngek bi heybet hat lidarxistin. Qada mîtîngê ku her derê wê bi alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşêngên PKK'ê hatî xemilandin welatî kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî PKK", "Kurdistan wê ji dagirkeran re bibe goristan", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" berz kirin. Mîtîng ji bo cangoriyên ku di rêya azadî û demokrasî de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtin û sirûda "Ey Raqîp" destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Licê Harun Erkuş axivî û diyar kir ku 36 sal beriya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî bi hev re ji bo jiyanêke nû li deşta Fîsê tovên azadiyê reşandin." Erkuş bilêv kir ku bandora 27'ê Mijdarê ya damezrandina PKK'ê li hemû Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û wiha got: "Felsefeya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava ket jiyanê û li hemû cîhanê re bû hêviya jiyaneke nû."

Piştî Erkuş Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek axivî û got ku 36 sal berê li Fîsê ji hemû mirovahiyê bingeheke nû hat avetin û wiha pêde çû: "Em bi damezrandina PKK'ê re ne tenê rizgariya gelê Kurd, rizgariya hemû gelên cîhanê pîroz dikinê. Ji 27'ê Mijdarê hate niha me gelek berdêl dan. Heya em Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nekin têkoşîna bidome û em ê li ber xwe bidin."

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ji bo axaftina xwe bike derket ser dikê û bi boneya pîrozbahiya damezrandina PKK'ê cangoriyên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Dîcle diyar kir ku damezrandina PKK'ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê pêngavêke dîrokî ye û got 36 sal berê li gunde Fîsê roj hilat û bi vê rojê re hemû cîhan ronî bû. Dîcle berxwedana li Zindana Amedê bi bîr xist û wiha got: "36 sal berê rojeke weke îro li gunde Fîsê roj hilat û tîrêjên wê li hawirdorê belav bû. Bi şewqa vê rojê gelî, newal, gund û bajar bi carekê ronî bûn. Her ku dem derbas bû ev agir tîna xwe da hemû erdnîgariya Kurdistanê."

Dîcle da zanîn ku ev armanca stratejîk e û wiha pêde çû: "Bi Rêberê stratejîk ê Tevgera Azadiyê birêz Abdullah Ocalan re PKK hatiye afirandin, ev yek veguheriye armanceke leşkerî, bîrdozî û siyasî û bûye rênîşand gelên me yên mazlûm ê ku ji agirê vemirî ji nû ve hatiye vejiyandin û hatiye afirandin. Ev rênîşandan heta îro şaşî û xelatî nîşan neda. Her tim azadi nîşan da. Hê jî destnîşan dike û em bawerin ku ji îro pê de ji her tim rêya azadiyê nîşan bide."

Dîcle di axaftina xwe de der barê pevajoyê gelê Kurd te de axivî û wiha axaftina xwe domand: "Asta ku em hatinê, Rêberê me yê stratejîk birêz Abdullah Ocalan, gelê Kurdistan û PKK'ê yek in û tu carî ji hev nayê qetandin. Bi vê meşa dîrokî ya pîroz a 37'an de jî domandina îradeya me tam e û teqez e. PKK wek ava çemê ku di herka xwe de cih negire û bi çar aliyan de biherike, ne tenê ji Kurdistanê re ji hemû gelên Rojhilata Navîn û dinyayê re bûye reçeteya rizgariyê. Tam ji bo van sedeman xwepêşandêr û kedkarên vê meşa dîrokî ya bi rûmet, bi şanaz  ji bo me hemûyan şeref e."

Mîtîng bi derketina hunermendan a ser dikê berdewan dike.