Dibe ku Merkel nebe namzeta hevpar a partiyên CDU/CSU

Sala were wê li Elmanyayê hilbijartinên giştî bên lidarxistin Tê gotin, dibe ku partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU bi namzeteke/î hevpar tevlî hilbijartinan nebin.

Partiya CSU ku polîtîkaya lîdera CDU Angela Merkel a têkildarî penaberan bi têrkerî 'tund' nabîne, dibe ku bi namzeteke/î cuda tevlî hilbijartinê bibe. Ev îdîa ji aliyê lîderê berê yê CSU ve hat kirin.
Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) û Serokwezîrê berê yê Eyaleta Bavyerayê Edmûnd Stoîber ji kovara Der Spîegelê re axivî û diyar kir, partiya wî dibe ku di hilbijartinên sala 2017'an de namzeteke/î nû nîşan bide.

Stoîber da xuyakirin, ku her du partî divê di naveroka bernameya hilbijartinê de guhertinan bikin û da zanîn, CDU Û CSU bi taybetî di mijara polîtîkaya li ser penaberan de ji hev cuda difikirin.

Edmûnd Stoîber bal kişand ser dibetiya nîşandana namzetek nû ji aliyê CSU ve û anî ziman, eger Angela Merkel hişyariyên partiya wî yên li ser penaberan ji nedîtî ve were, ev yek dikare bibe sedem ku CSU ji bo Serokwezaretiyê nameteke/î destnîşan bike. Stoîber îdîa kir, ku lîderê heyî yê CSU Horst Seehofer 'daxwaza piraniya gelê Elman temsîl dike' ragihand, Angela Merkel di vê astê de nîne.

Ji partiyên yekîtiya Xiristiyan CSU bi tenê li eyaleta Bavyerayê xwe bi rêxistin dike û tevlî hilbijartinan dibe. CDU Jî li 15 eyaletên din tê temsîlkirin. Her du partî di hilbijartinên giştî de ji bo serokwezaretiyê nameteke/î hevpar nîşan didin.