Dibe ku mayîna reş çavê wî kor bike

Dibe ku mayîna reş çavê wî kor bike

Mayînên reş ên li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin tehdîda li ser jiyana sivîlan berdewam dikin. Mayînên ku leşkerên Tirk li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê bicih kirine, di demên dawî de di destê sê kesî de teqiya. Beşar Mahmud ê 14 salî ku di teqînê de xalê xwe winda kir û ew û hevalê xwe jî birîndar bûn, eger neyê tedawîkirin wê çavê xwe winda bike.

Bi sedan kesên ji gundê Xanê yê Kobanê hatin xeta sînor li qada bi mayîn hatin sekinandin. Beşar Mahmud ê qet mayîn nedîtibû, mayîna ku xalê wî li erdê dîtibû girt destê xwe û teqiya. Beşar got ku xalê wî jiyana xwe ji dest daye û ew û hevalê xwe jî birîndar bûne.

EM LI QADA BI MAYÎN ANÎN CEM HEV

Beşar Mahmut ê 14 salî got: “Em li qadek bi mayîn anîn cem hev.  Me ji gundê xwe koç kir leşkerên Tirk em li qadekê anîn cem hev. Me nizanibû mayîn çi ye. Xalê min mayînek li erdê dît û girt. Di destê wî de teqiya. Wî jiyana xwe ji dest da. Hevalê min Diyar Elî çar tiliyên wî jê bûn. Yê min çavê min ê çepê birîndar bû. Ez birim Nexweşxaneya Rihayê. Emeliyet kirim. Piştre em hatin konbajarê Kader Ortakaya.

DIVÊ LI ENQEREYÊ BÊ DERMANKIRIN

Bavê wî Mahmud Ehmed got ku divê DAIŞ bê lanetkirin û ji ber mayîna dewleta Tirk çavê kurê wî bi korbûnê re rû bi rû ye û got: “Em hatin xeta sînor, ji me re negotin ev herêma bi xeter e. Çavekî kurê min kor bû. Hê cihên şarepnelê li dest û rûyê wî de hene. Divê kurê min li Enqereyê bê dermankirin. Lê DAIŞ’ê em wêran kirin. Ji bilî cil û bergên li ser me tiştekî me tune.”