Di rûniştina bê parêzer de ceza bariya!
Di rûniştina bê parêzer de ceza bariya!
Di rûniştina bê parêzer de ceza bariya!
Di doza der heqê Alî Nergîz û Halîz Yildenîz de, ku bi îdîaya li dijî wesayîta servîsê ya polîsan a sala 2008'an li Amedê çalakî pêk anîne hatibû vekirin, îro biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê, di dosyaya ku paêzeran xwe jê vekişandibûn de, li Halîs Yildenîz û Alî Nergîz 6 caran cezayê heta hetayê yê girankirî û 375 sal cezayê girtîgehê hati birîn.
Doza der barê êrîşa bombeyî ya 8'ê Cotmeha 2008'an a li dijî wesayîta servîsê ya polîsan a li taxa Seyrantepeya Amedê, ku 5 jê girtî 15 kes tê darizandin, li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rûniştina biryarê hat dîtin.
Ramazan Benîce û Alî Nergîz ên piştî bûyera fîrarê ya li Çewlikê surgunî Girtîgeha Tîpa F ya Sîncan a Enqereyê hatin kirin, bi rêya sîstema SEKBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bûn. Halîs Yildenîz, Neytûllah Bayram ên piştî fîrarê ew şandin Bêlisê li salona rûniştinê amade bûn, Mûrat Yildenîz jî ji ber xwedî rapor bû, beşdar nebû.
PARÊZERAN XWE JI DOSYAYÊ VEKIŞANDIN
Parêzerên bersûcan li dû heyeta dadgehê mafê axaftinê wergirtin û ji bo demeke berfireh parastin xwestin û diyar kirin ku eger mafê parastinê ji wan re neyê dayîn dê xwe ji dosyayê vekişînin. Parêzerên bersûcan piştî parastinan salona rûniştinê terikandin.
Girtiyan jî parastina xwe ya dawî bi Kurdî kirin û diyar kirin ku parêznameyên wan ne amade ye, lewma dem xwestin.
Piştî ku parêzeran rûniştin terikandin, heyeta dadgehê ji bo demeke kurt navbera da rûniştinê û dûre kom bû. Heyeta dadgehê di biryara xwe de li Halîs Yildenîz û Alî Nergîz 6 caran cezayê heta hetayê û 375 sal cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê der heqê 8 kesên bêgirtî dihatin darizandin, biryara beraatê da. Dosyaya fîrariyên Çewlikê Ramazan Benîce, Neytûllah Bayram û Mûrat Yildenîz jî veqetand.