Di Pêncşema Reş de 'dîwarê şermê' hat şermezarkirin

Di Pêncşema Reş de 'dîwarê şermê' hat şermezarkirin

Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ên li Wan û Mêrdîn de, lêkirina 'dîwarê şermê' yê li ser sînorê Bakur û Rojava û darvekirinên li Îranê hatin şermezarkirin.

Li Dêrika Çiyayê Mazî, di çalakiya 'Pêncşema Reş' de Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê, endamên Sendîkaya Belediye-Îş û Tum Bel-Senê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Şaredara Dêrikê ya Girtî Çaglar Demîrel û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat hilgirtin.

Endamê Sendîkaya Belediye-Îş'ê Murat Arslan, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku piştî serokwezîr Erdogan bi Serokê HUDA-PAR'ê re hevdîtinê pêk anî, li Êlihê li hemberî BDP'iyan êrîş pêk hat û di encamê de ciwanên bi navê Ozcan Temel hat qetilkirin û 6 BDP'î jî birîndar bûn. Arslan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev bûyer rojên tarî yên salên 90'î tîne hişê me. Lê divê neyê ji bîrkirin ku di van 30 salên dawî de her çend gelê kurd bi wehşetên mezin re rû bir û mabe jî tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedaye. Divê her kes vê baş bizanibe." 

Arslan, di axaftina xwe de lêkirina dîwarên şermê bi tundî şermezar kir û wiha pêde çû: "Li cihê ku pêvajoya çareseriya rizgariya demokratîk pêwîste ku di rojevê de be, sed mixabin ku ji ber polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê gelê me li hemberî lêkirina dîwarên şermê têdikoşe. AKP bi hewldanên faşîzan di navbera Nisêbîn, Qamişlo, Serêkaniyê, Efrîn û Dirbêsiyê dîwarên şermê lêdike. Ev dîwar sembolên dagirkerî, asîmîlasyon û komkujiyê ye. Bi van dîwaran hewl didin ku gelê kurd ji hev veqetînin. Li hemberî van pêwîste ku gelê kurd bi çalakiyên xwe ve xwedî li çalakiya ku bi pêşengiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û hilbijêrên Mêrdînê dane destpêkirin derkevin." Piştî daxuyanî çalakiya rûniştî ya 5 deqeyan pêk hat. 

Li bajaroka Artemêta Erdîşa Wanê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Rêveberê BDP'a Artemêtê Haydar Tenîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku berxwedana li Rojava silav dikin û wiha got: "Dîwarê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê likirin dîwarê şermê yê vê sedsalê ye. Bi vî dîwarî dixwazin kurdan ji hev veqetînin lê belê ew ê negihîjin vê miraza xwe."

Li Wêranşar û Pirsûsa Rihayê û li Peyasa Amedê ji ber meşa Nisêbînê çalakiyên Pêncşema Reş pêk nehat.