'Destpêkê hestiyên kurê min bidin'

'Destpêkê hestiyên kurê min bidin'

Cenazeyê Ferhan Çerî yê di sala 1998'an de li çoltera Tokatê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, 15 salin ji malbatê re nayê dayîn. Malbata Çerî ku cenazeyê kurê wan hat desteserkirin, di ser de bi dozên tazmînatê re rû bi rû ma. Dayik Bessî Çerî (75) ku di sala 1988'an de kurê wê yê mezin di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, xwest dewlet destpêkê cenazeyê kurrê wê bide.

Cenazeyê Ferhan Çerî yê di 21'ê Tîrmeha sala 1998'an de di pevçûneke li herêma Erbaga ya navçeya Tokak Nîksarê jiyana xwe ji dest da, ji malbatê re nehat dayîn. Malbata Çerî ku hînê nekarî cenazeyê kurê xwe werbigire, xwest li mala xwe ya li taxa Ofîs a Mêrdînê konê serxweşiyê deyne, lê belê rastî astengiya polîs û leşkeran hat. Ev jî têrê nekir; bi îdîaya ku Ferhan Çerî beşdarî gelek çalakiyên li Sêwasê bûye Wezareta Karên Hundir li hemberî malbatê dozên tazmînatê vekir.

Bira Sefer Çerî da xuyakirin ku bi îdîaya kekê wî Ferhan Çerî di sala 1997'an de beşdarî çalakiyek li naveçya Sêwas Hafikê bûye, di 25'ê Nîsana sala 2002'an de Dadgeha Huqûqê ya Asliye ya Sêwasê li ser navê Wezareta Karên hundir li hemberî wan doza tazmînatê vekiriye û anî ziman ku piştî vê dozê, bi îdîaya keke wî beşdarî gelek çalakiyên sala 19997'an ên li Sêwasê bûne, gelek doz ku hejmara wan nayê bîra wî, li dijî wan hatine vekirin.

Sefer Çerî ragihand ku bi van dozên hîn dewam dikirin re tê xwestin tol ji wan were hilanîn û malbat kurê xwe red bike. Bira Sefer Çerî û dayik Bessî Çerî tiştên hatin serê wan ji ANF'ê re vegotin.

'PIŞTÎ KEKÊ MIN Ê MEZIN KET SER RÊYA ÇIYAN' 

Sefer Çerî diyar kir ku piştî kekê wan ê herî mezin Nîhat Çerî di sala 1988'an de di pevçûnek li çoltera Dêrikê ya li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, kekê wî Ferhan Çerî ketiye ser rêya çiyê û got, "Hînê di 19 saliya xwe de di sala 1992'an de çû çiyê. Demeke dirêj haya me jê çê nebû. Roja 23'ê Tîrmeha sala 1998'an de em pê hesiyan ku di 21'ê Tîrmehê de li çoltera Tokatê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da."

'EGER JI WE TÊ, WERIN CENAZE BIBIN'

Çerî anî ziman ku ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe wan serlêdan kirin û bûyerên piştî serlêdanê hat serê wan bi anî ziman: "Em hingî li Muduriyeta Emniyetê ya Tokatê geriyan. Ji rayedarên bi me re axivî re me gotin em dixwazin cenazeyê werbigirin. Lê belê rayedarê emniyetê yê bi telefonê diaxivî got, 'Eger ji we tê werin Tokatê cenaze bi xwe werbigirin. Hingî hûnê bibînin ka çiyê biqewime.' Bi vî rengî gef li me xwar û anî ziman ku ewê cenaze nedin."

'XWE LI SERXWEŞIYA ME JÎ RANEGIRTIN'

Çerî diyar kir ku tevî ku cenazeyê kekê wî ji wan re nehat dayîn jî wan xwestin li mala xwe konê serxweşiyê deyne, lê polîs û leşkeran dor li mala wan girtine. Çerî got, "Yên hatin serxweşiya me girtin bin çavan û îşkence il wan kirin. Xwe li serxweşiya me jî ranegirtin û nehiştin em konê serxweşiyê deynin."

DEWLETA KU XWE LI ÊŞÊ JÎ RANEGIRT VÊ CARÊ DOZ VEKIR

Dewleta ku cenaze neda û nehişt malbat serxweşiya xwe deyne piştî çend salan bi dozên tazmînatê re malbat dorpêç kir. Sefer Çerî di vê der barê de got, "Piştî doza Dadgeha Huqûqê ya Asliye ya Sêwasê di sala 2002'an de vekir, di nava 10 salan de bi îdîaya beşdarî çalakiyên di sala 1997'an ên li Sêwasê bûye, li ser navê Wezareta Karên Hundir gelek doz li dijî malbata me hatin vekirin."

DI DOZA LI AMEDÊ DE BIRYARA MEHKÛMIYTÊ

Sefer Çerî da xuyakirin ku li hemberî dayika wî, wî bi xwe û hemû birayên dozên cuda hatine vekirin û got, "Ev doz li 1. Dadgeha Huqûqê ya Asliye ya Amedê û Dadgehên Huqûqê yên Asliye yên Qoser û Sêwasê dewam dikin. 1. Dageha Huqûqê ya Asliye ya Amedê malbata me mehkûmî tazmînatê kir. Doz di asta temyîzê de ye."

Çerî got, "Emê heta dawiyê xwedî li nirxên xwe derkevin. Em dixwazin hestiyên kekê xwe bibînin û jê re gorekê çê bikin. Ji bo vê emê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin.

Sefer Çerî ragihand ku wan serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê dane û alîkarî xwestine.

'BILA DEWLET DESTPÊKÊ CENAZEYÊ KURÊ MIN BIDE' 

Dayik Bessî Çerî got, "Vê dewletê du kurên min ji min stend" û wiha peyivî: "Cenazeyê kurekî min nedan min. Ne hiştin ez êşa xwe jî bijîm. Di ser re, li gel vî temenê min ê giran dozên tazmînatê li min vekirin û bi van dozan re mijûl dibim. Eger li gel we hinek wicdan hebe, hûnê dev ji dozên tazmînatê berdin, destpêkê hestiyên kurê min bidin min."

Bessî Çerî diyar kir ku goreke kurê wê jî nîne ku biçe serdana wê û got, "Min ji kurê xwe re gorek jî çê nekir, ezê bi vê êşê bimirim. Neçûm ser gora kurê xwe, negiriyam. Bila her kes vê neheqiyê bibîne."