Destlênedana Serokê Parlamentoya Iraqê hate rakirin

Destlênedana Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî û 2 wekîlan ku der barê wan de sûcdariyên nelirêtiyê hebûn, îro bi dengdana parlamentoyê hate rakirin.

Destlênedana Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cîburî û wekîlên bi navê Mihemed Kerbûlî û Talîb Mîhmarî, ku 2’yê Tebaxê, di rûniştina parlamentoyê de ji hêla Wezîrê Parastinê Xalid Ubeydî ve bi kirina nelirêtiyê hatibûne tawanbarkirin, hate rakirin.

Di rûniştina îro de ku di seroktiyay Alîkarê Serokê Parlamentoyê Aram Şêx Mimemed de îro bi tevlêbûna 267 wekîlan pêk hatî, hate xwestin ku destlênedana Serokê Parlamentoyê û du wekîlan were rakirin. Alîkarê Serokê Parlamentoyê Araman Şêx Mihemed, diyar kir, ew ê rikdar bin ku nelirêtî werin lêkolan û derkevin holê.

Di dengdanê de biryar hate dayin ku destlênedana Serokê Parlamentoyê û du wekîlan were rakirin.

Ji bo lêpirsînî her çendî ku bang li Wezîrê Parastinê Xalid Ubeydî hatibû kirin jî ku were parlementoyê jî, tevlî rûniştina îro nebû.