Dêrsimî naxwazin Bahçelî bê Dêrsimê

Dêrsimî naxwazin Bahçelî bê Dêrsimê

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî wê li Dêrsimê bi protestoyan bê pêşwazîkirin. Sazî û rêxistinên sivîl ên li bajêr biryar dan ku sibê saet di 10.00 de, li ber Walîtiyê li hev kom bibin û Bahçelî protesto bikin.

Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) a Tirk Devlet Bahçelî wê sibê biçe serdana Dêrsimê. Nerazîbûnên li dijî serdana Bahçelî her ku diçe dijwartir dibin. Piştî daxuyaniyên rêxistinên Elewî, sazî û rêxistinên sivîl, vê carê Federasyona Gelên Demokratîk (DHF) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP, CHP û MHP’ê yên li hemberî Dêrsimê hate dayin.

Berdevkê DHF’ê Tahir Demîrtaş diyar kir ku lêborîna ji Dêrsimê ya hemû derdorên nûnertiya dewletê dikin nayên qebûlkirin û got: “Ti hêviya bindestan ji AKP, MHP û CHP’ê çênebûne û wê tine bin jî.”

Demîrtaş destnîşan kir ku tiştên ji serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ya ji bo Dêrsimê dihatin kirin, pêk nehatin û got ku ew li hemberî vê yekê şaş nemane. Demîrtaş got ku weke duh û îro, ew ê sibê jî bi berdewam desthilatiyê rûreş û şermezar bikin. Demîrtaş da zanîn ku ew ê bersiva ku dane Davutoglu bidin Bahçelî jî.

Demîrtaş ragihand ku ew ê destûr nedin Bahçelî û hişmendiya wî li Dêrsimê propagandaya xwe bikin û bang li her kesê kir ku tevlî çalakiya ku wê sibê saet di 10.00 de li ber Walîtiya Dêrsimê bê lidarxistin bibin.