Der heqê bûyera qetilkirinê ya Êlihê de kesek hat girtin

Der heqê bûyera qetilkirinê ya Êlihê de kesek hat girtin

Der heqê êrîşa çekdarî ya 2'ê Mijdarê de ku di encamê de Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da, kesê bi navê V.G. yê tê gotin endamê HUDA PAR'ê ye, hat girtin.

Piştî kar û barên li emniyetê yê endamê HUDA PAR'ê V.G. yê 40 salî, sewqî Edliya Êlihê hat kirin.

V.G. li dû lêpirsîna li dozgeriyê radestî dadgehê hat kirin û dadgeha nobedar bi sûcdariya kiryarê bûyera kuştinê ye V.G. girt û ew şand Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê. 

Li gorî DÎHA'yê V.G. di îfadeya xwe ya li emniyetê de qebûl kir ku ew endamê HUDA PAR'ê ye.