Demîrtaş: Gelê me peyam da cihên pêwîst
Demîrtaş: Gelê me peyam da cihên pêwîst
Demîrtaş: Gelê me peyam da cihên pêwîst
Piştî çalakiya protestoyî ya îro li dijî dîwarê şermê li Nisêbînê pêkhat Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş li avahiya Rêxistina BDP’a Nisêbînê bersiva pirsên rojnamevanan da û got, gel têkildarî daxuyaniya rawestandina dîwarê tê xwestin di navbera Nisêbîn-Qamişlo de ava bikin peyam daye cihên pêwîst û got: “Ez hêvî dikim ku careke din xwe li bêaqliyek wisan nedin.”
Di çalakiya protesto kirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê avakirin de pevçûn cih cih didomin. Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş li Rêxistina BDP’a Nisêbînê daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Demîrtaş bertekek hişk nîşanî êrîşa polîsan da û ji ber berxwedan û hişyarbûna gel, gel pîroz kir.
Demîrtaş da diyarkirin ku, “Tehemula çalakiya me ya rûniştinê ya piştî mitîngê jî nekirin. Em vê feraseta zextewarî ya AKP’ê şermezar dikîn. Em hertim li rex gelê xwe ne û em dizanîn ku dê gelê me hertim li dijî van êrîşên faşîzan têkoşînê bide.” Demîrtaş anî ziman ku, berxwedana îro li Nisêbînê hatiye dayîn, peyam dane cihên pêwîst.
Demîrtaş da zanîn ku, rayedaran gotiye wana çêkirina dîwar rawestandine û ev tişt gotin: “Em hêvî dikin ku êdî bêaqiltiyek wisan nekin. Em dê bitaybet israra xwe ya piştevaniya bi gelê Rojava re, vebûna deriyên sinor ji bo bazirganî û alîkariyên mirovî, her wiha qutkirina alîkariyên ji bo çeteyan berdewam bikîn. Pêwîste gelê me li herderê di nava berxwedanê de be û vê berxwedanê bidomîne. Heta ku şoreşa Rojava lingên xwe li erdê baş qayîm dike em dê tucaran bêdeng nebîn, ne rûnîn û dê li herderê daxwazên xwe qîr bikîn. Berxwedana îro nîşanda ku gelê Kurdistanê di mijara Rojava de çiqasî şiyare.”