Demîrtaş bi Kurdên li Parîsê re civiya
Demîrtaş bi Kurdên li Parîsê re civiya
Demîrtaş bi Kurdên li Parîsê re civiya
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş beriya Konferansa Kurd a 13'ê Mijdarê ya li salona civînê ya Parlamenta Fransayê, li banliyoya Melûn a Parîsê di civîna gel de bi 2.000 Kurdistaniyan re civiya. Civîn li Salona Dawetê ya Dunya ji aliyê Meclîsa Gel a Herêma 91 ve hat organîzekirin û gel pêwendiyeke mezin nîşan da. Di civîna êvarê saet di 20'an de destpê kir de Selahattîn Demîrtaş rewşa dawî ya siyasî nirxand û bersiv da pirsên gel.
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de ji ber keda Kukrdistaniyên li Ewropayê dijîn a madî û manewî ji bo têkoşîna gelê Kurd spas kir. Demîrtaş bal kişand ser girîngiya gel a di têkoşînê de û got, "Di demeke ku hewl hat dayîn me ji Rojhilata Navîn tine bikin de, bi berxwedana gel re em veguherî aktorekî têkoşînê. Ji heft hefta heftê salî bi keda her kesî em hatin roja îro. Eger em îro bi dewletê re li dora maseyê dicivin û hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin, ev berhema berxwedana vî gelî ye."
Demîrtaş hevdîtinên li Îmraliyê nirxand û got, "Duh digotin em 'Ocalan' bi darve bikin. Bi dehan hevalên me ji ber ku gotin 'qasidê aştiyê li Îmraliyê ye' hatin girtin. Bi her awayî propaganda hat kirin. Lê beLê berxwedana gelê Kurd, çalakiyên li Ewropa û li welat, înkar şikandin. Dîtin ku li pişt me hêzeke çawa heye." Demîrtaş destnîşan kir ku hevdîtinên li Îmraliyê ne derfeteke dewletê ye, encama berxwedana gel e.
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Lîderekî ku navê wî jî hatibû qedexekirin, niha li dora masê weke sîstemeke nêrînê, lîderekî gel û bi wê moralê disekine. Me bi germahî moralê mêvandarekî pêşwazî dike." Ev gotinên Demîrtaş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş diyar kir ku bi heyeta dewletê re heta niha 50 hevdîtin, bi heyeta BDP'ê re jî nêzî 10 hevdîtin pêk hatine û got, "Ev hevdîtin, diyariyeke AKP'ê nîne. Encama berdêlên ciwanên Kurd, dayikên Kurd, gelê Kurd e."
Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo şer weke alternatîfekê neyê dîtin Ocalan çi ji dest hatiye pêk aniye û got, "Eger pêvajoya diyalogê qut bibe, ev şer e. Vê naxwaze. Yê ku şer bide destpêkirin, dê ne ew be. Eger pêvajo bi dawî bibe, dê ev yek bê wateya şer. Ji ber vê yekê yê ku timî maseyê li ser piyan dihêle Rêberê Gelê Kurd e." Gotinên Demîrtaş ên; "Di her hevdîtinê de silavan ji gel re dişîne. Peyama wî ev e. Çavkaniya wî ya baweriyê gel e. Ji gel bawer e. Ne AKP ne jî ji dewletê bawer nîne" bi dirûşmên bi sedan kesên li Salonê hatin pêşwazîkirin.
Demîrtaş bal kişand ser komkujiya li Parîsê û komploya li hemberî Ocalan bibîr xist. Demîrtaş diyar kir ku komkujiya Parîsê jî tê heman wateyê û got, "Di nuqteya hevdîtinan destpê kir de xwestin Rêberê Gelê Kurd têxin rewşeke ku nikaribe biaxive. Hedef aştî û rêberê gel bi xwe bû. Rêberê Gelê Kurd hêza xwe ji gel digire. Ji artêşê yan jî ji dîktatoran nagire. Dikarin yek bi yek siyasetmedaran qetil bikin. Lê belê nikarin gelekî bi temamî tine bikin."
Demîrtaş rewşa li Rojava jî nirxand û gavên di rêya îlana hikûmeta demî ya Rojava de silav kir.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, armanca damezrîna HDP'ê, hilbijartin, bexwedana Gezî û gelek mijarên din nirxand û di pêvajoya hilbijartinê de bang li beşdarên civînê yên ku piraniya wan ji herêma Serhedê ye kir, ku roleke aktîf bileyzin. Demîrtaş destnîşan kir ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hem li welatên lê dimîne karê dîplomasiya gel bimeşînin hem jî têkiliya xwe bi welat re qut nekin û li hemberî pêvajoyên siyasî yên li welêt hişyar û berpirsyar bin. Demîrtaş piştî axaftina xwe ya ji saetekê, bersiv da pirsên gel. Civîna ku du saetan dewam kir, bi banga Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê Mehmet Ulker a ji bo beşdariya li meşa dawiya hefteyê ya li Berlînê, bi dawî bû.