Dema YPG'ê xwe gihand gundê Qelet El-Hadî, çete reviyan

Dema YPG'ê xwe gihand gundê Qelet El-Hadî, çete reviyan

Piştî ku çeteyên El Nûsra duh êvarî êrîşî gundê Qetel El Hadî kirin, YPG çû hawara gund. Bi gihaştina yekîneyên YPG'ê re çete ji gund reviyan. 

Duh êvarî di saet derdora 18.00’an de komên çete yên Eniya El-Nusra êrîşî gundê Qelet El-Hadî yê girêdayî Til Koçer ku şêniyên wê ji eşîra Şemeran a Ereban e kirin. Li ser bersivdayîna gundiyan di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di encma şer de 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da, 5 çete jî hatin kuştin. 

Hate ragihandin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina gundiyan çûne herêm lê bi gihiştina yekîneyên YPG'ê re komên çete kuştî û  birîndarên xwe birine û ji gund reviya ne.

Şêniyên gundê Qelet El-Hadî ji bo piştgiriya YPG'ê kêfxweşiy anîn ziman.