Dê li bendên kontrolê YPG’ê de ala DBK'ê bihejî

Dê li bendên kontrolê YPG’ê de ala DBK'ê bihejî

Komîteya Ewlekariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd ku li bajarê Efrînê civîna xwe ya duyemîn lidar xist, biryar girt ku li hemû navçeyên Efrînê şaxên xwe veke û li hemû bendên kontrolê tenê ala desteyê hebe.

Komîteya Ewlekariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd(DBK)bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan di vê rewşa awarte de civîna xwe ya 2’yemîn lidar xistiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîteya ewlekariyê ji bo ewlekariya welatiyan haydar e, lewre di civînê de gelek biryarên girîng hatine girtin.

Di daxuyaniyê de biryarên hatine girtin wiha hatin rêzkirin:

1- Parvekirina erkên ewlekariyê li ser endamên DBK'ê

2- Şaxên Komîteya Ewlekariyê li hemû navçeyên girêdayî herêma Efrînê dê werin vekirin.

3- Li ser bendên kontrolêwê tenê ala DBK'ê werin hildan.

4- Pêwîst e piştgirîû alîkariya hêzên YPG’ê û Asayîşê were kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên herêma Efrînê hate kirin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqîûewlekariya herêmê têbikoşin.