DBP'ê li hember binçavkirinên li Erxenî nerazîbûn nîşan da
DBP'ê li hember binçavkirinên li Erxenî nerazîbûn nîşan da
DBP'ê li hember binçavkirinên li Erxenî nerazîbûn nîşan da
Têkildarî şermezarkirinên 6-8’ê Cotmehê yên li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê duh êvarî 6 kes li Erxenî hatin binçavkirin. DBP’ê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku bi zext û binçavkirinan dixwazin civakê bêdeng bikin.
Li navçeya Erxenî têkildarî lêpirsîna 6-8’ê Cotmehê, duh êvarî polîsan girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Erxenî Mehmet Demîrtaş di daxuyaniya xwe ya îro de got ku hikûmet ji aliyekî ve pêvajoya çareseriyê bilêv dike, lê li aliyê din jî hewl dide civakê bêdeng bike.”
Demîrtaş diyar kir ku duh jî 6 welatî li Erxenî hatine binçavkirin û ev jî nîşan dide ku wê zext bi awayekî sîstematîk bidomin. Demîrtaş got, “Bila her kes zanibe ku, duh çawa em li hember zextan rawestiyan, îro jî li hember her cure zext û pêkanînên antîdemokratîk em ê bisekinin û wek gel em ê berxwedanê bidomînin.”