DBP’ê li Erdîşê du malbat li hev anî

DBP’ê li Erdîşê du malbat li hev anî

DBP û Komeleya Çandê ya Zîlanê du malbatên li du gundên navçeya Erdîşa Wanê ku 14 sal bûn ji ber xwîndariyê dilê wan ji hev mabûn, li hev anîn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Çandê ya Zîlanê du malbatên li gundên Xaşrof û Xiringas ên navçeya Erdîşa Wanê ku beriya 14 salan şer di navbera wan de çêbibû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li hev anî.

Bi vê wesîleyê bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Hevserokê DBP’ya Wanê Mîraz, Serokê HDP’ya Wanê Harun Okay, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Serokê MEYADER’ê ya Wanê Salih Kaplan, Hevşaredarên Erdîşê, rêveberên bajar û navçeyê yên DBP û HDP’ê xwarineke ya aştiyê hate dayin.

Di destpêka xwarinê de Serokê Komeleya Çandê ya Zîlanê Muthillah Dag diyar kir ku têkoşîna wan her tim ji bo aşitiyê ye û da zanîn ku pêkhatina vê aştiyê ji wan cihê kêfxweşiyê ye.

Serokê navçeya Erdîşê DBP’ê Ahmet Akmaz da zanîn ku dema aştî tê gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bîra wan.

Hevserokê DBP’ya Wanê Mîraz Çalli da zanîn ku ji ber pêkhatina aştiyê îro rojeke pîroz e û got ku her tim daxwaza wan ew e ku di navbera gelê Kurd de yekîtî û hevgirtin hebe. Çalli got: “Rêber Apo dibêje em ê bi xwe pirsgirêka xwe çareser bikin. Îro pêşmerge û YPG li Kobanê, Şengal, Kerkûk û Mûsilê mil dide milê hev. Ev yekîtî mala dijminan dişewitîne.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî got: “Îro li Kobanê, li Şengalê, YPG, HPG û Pêşmerge bi hev re li dijî dijminan şer dikin. Em ê vê aştiyê pêk bînin. Armanca me yekîtî û hevgirtina Kurdan e. Ev jî wê bi aştî û muzakereyan pêk bê. Aştiya ku me îro pêk anî mînaka vê yekê ye. Em ê li her derên Kurdistanê aştiyê pêk bînin.”

Piştî xwarina aştiyê endamên malbatên ku dilê wan ji  hev mabûn, hevdu hembêz kirin û li hev hatin. Merasîm bi dayina xwarinê bi dawî bû.