Dayikên Aştiyê bang li hemû jinan kirin

Dayikên Aştiyê bang li hemû jinan kirin

Dayikên Aştiyê yên li sînorê Kobanê nobeta berxwedanê digirin, bi armanca piştgiriya ji şervanên YPJ’ê re di roja 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinan bang li tevayî jinên cîhanê kirin ku bên sînor.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li gundê Mehser ê çalakiya nobeta berxwedana lê didome têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Li ser navê Dayikên Aştiyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Pirsûsê Zelîha Ozkan daxuyanî da. Ozkan diyar kir ku berxwedana li Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê di pêşengiya jinan de pêk tê û got, “Wek dayikan em bang li hemû dayikên ku dilê wan dişewite dikin. Êşa Tirk, Kurd, Ereb, Çerkezan nabe, êş êş e. Werin em bi hev re li hember her cure şîdeta li hember jinan derkevin.”

‘BILA HIKÛMET DEST JI HELWESTÊN XWE YÊN ÊRÎŞKAR BERDE’

Ozkan ji aliyê leşkeran ve astengkirina berxwedana nobetê rexne kir û got, “Aqil û fikra Serokkomar li ser mirovên, ku nobetê digirin. Mirov ku ji bo berxwedanê li ber xwe didin, ez êrîşa hikûmetê ya tim û daîm bêwate dibînim. Hikûmet bi van êrîşan rengê xwe nîşan da. Tevayî cîhan hevkariya DAIŞ û leşkerên Tirk a di çapemeniyê de cih girt dizane. Bila hikûmet dest ji vê helwesta xwe ya wê di dîrokê de wek lekeyeke reş bimîne bilez berde.”

Ozkan, herî dawî got, “Em bang li tevayî jinên cîhanê dikin ku werin sînor. Şervanên YPJ’ê yên li Kobanê li ber xwe didin têkoşîna rûmetê didin. Bila tevayî cîhan li rûmeta xwe xwedî derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.