Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyekê berxwedana Rojava silav kirin

Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyekê berxwedana Rojava silav kirin

Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê û darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin.

Li Başûrê Kurdistanê, ciwanên Şengalê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina darvekirinên li Îranê û dîwarê şermê yê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê ciwanan Merwan Qendîlî daxuyanî da û diyar kir ku ku Kurd bi tekoşîna xwe ya bê hempa destketiyên xwe zêde dikin lê li hemberî van destketiyan jî hêzên dagirker ji bo desthilatdariya xwe her cureyên şer ên hovane ji xwe re rewa dibînin û pêş dixin.  

Qendîl got, "Li Rojavayê Kurdistan’ê bi destê komên çete rewşa gel dikin xeteriyeke mezin. Li Rojhilat, rejîma Îran ciwan û siyasetmedarên Kurd ên azadîxwaz dixe girtîgehan û wan li ser navê olê bi darve dike.”

Qendîlî di heman demê bal kişand ser poltîkayên hikûmeta AKP'ê, ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi her şewazî alîkariya komên çete dike û pirsgirêkên mezin ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû netew û kêmnetewan ava dike. 

Merwan Qendîlî li hember polîtîkayên AKP’ê berxwedana Şaredara Nîsêbînê Ayşe Gokkan jî li ser nave ciwanên Şengalê silav kir.

Qendîlî dî dawiya daxwiyaniya xwe de bal kişand ser berxwedena gelê Êzidî ya bi hezaran salan û wiha daxwiyanî xwe bi dawî kir. “Bi vê mebestê em weke ciwanên Şengal, ku çawa gelê me yê Êzidî bi hezaran salan di bin navê olan de bi fermanan re rûbirû mayî ye, dîsa baweriya xwe bi heqîqeta jiyana azad wenda nekiriye û niha jî qirkirina çandî ku li her çar parçeyên Kurdistan’ê li ser gelê me tê ferzkirin û erîşên hember hemû gelên aştî û azadîxwaz di Suriyê de tê meşandin, em bi tundî şermezar dikin û berxwedana wan silav dikin. Bangewaziya me ji bo hemû kes, rêxistin û baweriyên ku xwe alîgirên demokrasî, aştî, azadî û mirovahiyê dibînin ewe ku li vê şoreş û berxwedana Rojava xwedî derkevin."