Ciwanên Amedî 'Dîwarê şermê' şermezar kirin
Ciwanên Amedî 'Dîwarê şermê' şermezar kirin
Ciwanên Amedî 'Dîwarê şermê' şermezar kirin
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û endamên MEGAM-DER'ê bi daxuyaniyekê "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamîşloyê de tê lêkirin, şermezar kirin. Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku dê bi ruhê şoreşê dîwarê şermê hilweşînin.
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û endamên MEGAM-DER'ê yên Amedê, bi boneya "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamîşloyê de tê avakirin şermezar bikin, li avahiya BDP'ê Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî li ser navê Meclîsa Ciwanan BDP'a Amedê Îbrahim Karaman xwend. Karaman diyarkir ku li ser axa Kurdistanê bi salane ku bazarên qirêj tên kirin û got "Di sala 1639'an de li hev hatina Qes-i Şirin û şûn de Kurdistan bû du parçe, di sala 1916’an de ji aliyê hêzên mêtîngeran ve bû çar parçe û îro jî bi lêkirina 'Dîwarê şermê' tê avakirin." Karaman got: "ye em dê wek ciwanên Kurd ji diwarê şermê re bêjin "BES" û xwedî li axa Kurdistanê derkevin"
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.