‘Cinayêtên li hember jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûn’

‘Cinayêtên li hember jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûn’

Koordînatora Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Parêzer Serap Yîgît Erkuş bi wesîleya 25’ê Mijdarê ku daxuyanî da, diyar kir ku cinayêtên li hember jinan ji sedî hezar û 400, pêkutiyên xerab ên li ser navê namûs, toreyê, îşkence, kuştin û kişandina ber bi xwekuştinê jî ji sedî 25 zêde bûne.

Ji aliyê Koordînatora Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Parêzer Serap Yîgît Erkuş bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Erkuş got ku wateya 25’ê Mijdarê ji bo jinan xwedî girîngiyeke cudatir e û ew jî ji ber ku tevayî jin û zarokên keç ên cîhanê her diçe rastî tundiya li ser esasê cinsiyetê tên.

Erkuş anî ziman ku bi taybet li hember jinan tundiyeke hov tê kirin û got,

"Di encam de jinên ji aliyê çeteyên wek DAIŞ’ê tên revandin, firotin, rastî tecawizê tên, bi her cure tundî û zorbetiyê neçarî koçberiyê tên kirin ji jiyanê tên qutkirin. Li hin welatan jin li gor qanûna wan welatan, tên kevrkirin, qemçîkirin û qetilkirin. Li gor îstatîstîkan cinayetên li hember jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûne. pêkutiyên xerab ên li ser navê namûs, toreyê, îşkence, kuştin û kişandina ber bi xwekuştinê jî ji sedî 25 zêde bûne. Li welatê me gelek jin tevî ku ji dewletê parastinê jî dixwaze ji ber qîrînên wan nayên bihîstin tên qetilkirin."

Erkuş herî dawî got ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.