Cenazeyên qurbaniyên komkujiya Kobanê hatin oxirkirin

Cenazeyên qurbaniyên komkujiya Kobanê hatin oxirkirin

Ji 14 welatiyên ku duh di êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd a Kobanê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 8 kesan li Kobanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyên 5 welatiyên Ereb birin bajarê Hemayê, yek jî birin bajarokê Ên Îsa yê Reqayê. 

Cenazeyên Fethî Şêxo (52), Mahir Mihemed Mehmûd (16), Sebrî Xalid Îbrahîm (22), Osman Hesen Ebdo (57), Nebo Elî Sincar (28), Kawa Bozan Kîco (28), Zuhêr Mihemed Qeblan (13), Mihemed Mehmûd Qeblan (12), Ebdulkerîm Xelîl El-Xelîl (12), Basil Xelîl El-Xelîl (10), Xalid Hesen El-Xelef (15) û 2 welatiyên ku cenazeyên nehatin nasîn û nasnameyên wan nehatin diyarkirin, ji nexweşxaneya Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin.

Piştre cenazeyên welatiyên Ereb Zuhêr Mihemed Qeblan (13) û Mihemed Mehmûd Qeblan (12) ku pismamên hev in û Ebdulkerîm Xelîl El-Xelîl (12) û Basil Xelîl El-Xelîl (10) ku birayên hev in û Xalid Hesen Xelef (15) ber bi gundê Zêta ya girêdayî bajarê Hema ve hatin oxirkirin.  Cenazeyê ciwanê bi navê Xelîl El-Şêx (27) jî ber bi gundê Xerbet Elo ya girêdayî bajaroka Ên Îsa ya Reqayê ve hate oxirkirin û li wir spartin axê.

Cenazeyên welatiyên ji Kobanê Fethî Şêxo (52), Mahir Mihemed Mehmûd (16), Sebrî Xalid Ibrahîm (22), Osman Hesen Ebdo ((57), Nebo Elî Sincar (28), Kawa Bozan Kîco (28) û 2 welatiyên nasnameya wan nehat diyarkirin, birin Goristana Şehîdan a li gundê Termik.

Piştî karwanê cenazeyan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, Li ser navê Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî, li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Sîdî, li ser navê Partiya Demokartîka  a Kurd –Sûriyê Îdrîs Nesan, li ser navê Heyva Sor a Kurd Dr. Besrawî axivîn. Her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşa li dijî navenda Heyva Sor a Kurd a Kobanê bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin  ku tu êrîş dê îradeya gelê Rojava neşkînin.

Pişt axaftinan girseya gel cenaze bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.