Cenazeyê Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf spartin axê

Cenazeyê Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf spartin axê

Cenazeyê Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf ê ku di pevçûnên li gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şera ya Efrînê jiyana xwe jidest dabû ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Cenazeyê Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf ji aliyê hezaran kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hate wergertin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristina Şehîd Refîq a li navçeya gundê Matîna ya navçeya Şera ya Efrînê bi rêkirin. Girseya ku bê navber durişmeyên dilsoziya bi YPG'ê û YPJ'ê re berz kirin, Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf û alên YPG/YPJ û TEV-DEM'ê vekirin.

Dema karwan gihîşte Goristana Şehîd Refîq merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şadya Elî, li ser navê Asayîşê Hefa Efrînî, li ser navê malbatê Endamê Asayîşê Nesîb Xelûf xwşika wî Fatma Xelûf axivîn. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Piştî axaftinan girseyê cenaze bi tilîlî û dirûşmeyan spart axê.