Çalakiyên li Dêrsimê bi dawî bûn

Çalakiyên li Dêrsimê bi dawî bûn

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Dêrsimê bi bertekan hate pêşwazîkirin û piştî gera xwe betal kir pevçûnên nava bajar bi dawî bûn.

Berdevkê Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) ê Dêrsimê Tahîr Demîrtaş li taxa Sihenkê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ciwan, jin û zarokên Dêrsimê ji bo hişmendiya faşîst a Bahçelî neyê Dêrsimê li qadan e. Demîrtaş anî ziman ku Dêrsimê di dîrokê de tu caran li hemberî faşîzmê serê xwe netewandiye.

Serokê Rêxistina DBP'ê yê Dêrsimê Ergîn Dogru diyar kir ku Bahçeliyê dibêje hate Dêrsimê, lê tenê di nava sînorê avahiya walîtiyê de mayî dengê xwe jê re ragihandin û wiha got: "Li Dêrsimê şêrên li hemberî çeqelan derkevin hene. Em bang li Bahçelî yê ku bi hezaran polîsan xwe di bin siwana walîtiyê de veşartî dikin, Em li vir in, neviyên Seyîd Riza li vir in." Hê Dogru axaftina xwe bi dawî nekir polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîş li girseyê kir. Ciwanan li hemberî êrîşa polîsan li ser rêyê bend danîn û bersiv dan. Ji ber pevçûnên 3 saetan berdewam kirin polîsan gelek bombeyên gazê bikaranîn û gelek welatî ji vê yekê bi bandor bûn. Di dema êrîşa polîsan de gelek welatî bi bombeyên gazê birîndar bûn.

Bahçelî piştî li baxçeyê walîtiyê daxuyanî da bernameyên xwe yên din betal kir û vegeriya. Piştî vegerê li bajar bûyer bi dawî bûn.