Çalakiya penaberan a li dêrek li Elmanyayê ji aliyê polîsan ve hat qedandin

Li bajarê Regensbûrg ê Elmanyayê, komek ji penaberan xwe li dêrekê girtin û xwestin, welatê Balkanan ji statuya 'welatê ewle' bê derxistin. Çalakiya penaberan a li vir, ji aliyê polîsan ve hat qedandin.

Piştî vê operasyonê, gelek saziyên alîkariyê gilî û gazin kirin ku dêr bi berpirsyariya xwe ranebûye.

Çalakî li Dêra Dom a li bajarê Regensbûrg ê eyaleta Bavyerayê dihat lidarxistin. Penaberên ji Arnavût û Kosowayê, ku berî 5 hefteyan li dêrê dest bi çalakiyê kirin, piştre çalakiya xwe li salonek ji aliyê dêrê ve dihat bikaranîn, dewam kiribû. Lê belê rêveberiya dêrê beriya du hefteyan dabû xuyakirin, ku wan alîkariya xwarinê ya ji bo çalakgeran qut kirine. Û ji penaberan xwestibû, ji dêrê derkevin.

Çalakiya ku ji aliyê 50 kesî ve hat destpêkirin, di nava du hefteyan de bi 16 kesan dewam kir. Ev çalakî duh êvarê di encama destwerdana polîsan de qediya. Li gorî agahiyan, rêveberiya dêrê bang li polîsan kiriye û xwestiye dêr were valakirin. Li ser hişyariya polîsan, penaberan avahiya dêrê vala kirin.

Saziya alîkariyê ya bi navê Konseya Penaberan a Bavyerayê der barê bûyerê de daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku dema penaberan xwe li dêrê girtin, divê werin parastin. Di daxuyaniya konseyê de hat ragihandin, tevî bersiva ji bo pêdiviyên însanî, parastina penaberan jî yek ji wezîfeyên bingehîn ên dêrê ne.

Bi deh hezaran penaberên ji welatên Balkanan hatine, ji ber hinceta 'ji welatên ewle hatine' mafê penaberiyê ji wan re nayê dayîn. Herî dawî welatên Sirbîstan, Makedonya û Arnavût ku Romen li van deveran dibin hedefa cihêkariyê, li nava statuya van welatan hatibûn bicihkirin.