Buroya El-Partî hate şewitandin

Buroya El-Partî hate şewitandin

Buroya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) ku Ebdilhekîm Beşar serokatiya wê dike, ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.

Li gorî agahiyên ku rêveberê El-Partî yê Tirbespiyê Mamoste Behcet dane ANHA’yê, kesên nenas şevê din saet derdora 00.00’an de ketin avahiya partiya wan û buro şewitandine.

Behcet got ku kesên avahî şewitandine heta ku kesên derdorê hatine cihê bûyerê, reviyan e.

Li ser agahdarkirinê hêzên Asayîşa Tirbespiyê çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Lêpirsîna der barê bûyerê de didome.