Buldan: Wê dîroka çûyina Îmraliyê bê diyarkirin

Buldan: Wê dîroka çûyina Îmraliyê bê diyarkirin

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan a endama heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re, diyar kir ku hevdîtin di çarçoveya çûyina Îmraliyê, girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de pêk hat. Buldan da zanîn ku li pêşiya çûyina Îmraliyê ti astengî tune ye û wê di demeke kurt de dîrok bê diyarkirin.

Heyeta ji Cîgirên Serokê Koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk di hat bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin bi qasî saetekê berdewam kir. Buldan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku mijarên sereke yên hevdîtinê çûyina Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş û binpêkrinên mafan ên di girtîgehan de bûn û diyar kir ku wan careke din daxwaza xwe ya ji bo çûyina giravê ji Bozdag re ragihandine.

GIRTIYÊN NEXWEŞ NABIN MIJARA BAZARÊ

Buldan diyar kir ku wan di hevdîtinê de ragihandiye ku divê di demeke herî zû de biçin giravê û got: “Me careke din diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş nabe mijara bazarê û li ser vê yekê ti bazar nayên kirin, me ev yek ji destpêka pêvajoyê ve gotibû, dabû diyarkirin ku divê di demek herî zû de serbest bên berdan. Me got ku heta niha ti pêşketinek di vî warî de çênebûye.”

WEZÎR GOT KU TI ASTENGÎ LI PÊŞIYA ÇÛYINA ÎMRALIYÊ TINE YE

Buldan destnîşan kir ku Wezîr Bozdag têkildarî çûyina Girava Îmraliyê diyar kiriye ku ti astengî li pêşiya çûyina Îmraliyê tine ye û ew ê di demeke kurt de dîroka çûyina giravê aşkera bikin. Buldan ev agahî da: “Birêz Wezîr ji me re diyar kir ku di vê mijarê de ti astengî tune ye û got ku ew ê di demeke herî zû de dîroka çûyina Îmraliyê diyar bikin.  Her wiha ji bo girtiyên nexweş jî da zanîn ku di vê mijarê de jî xebateke wan a girîng heye, ew ê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş qanûnekê derxin. Birêz wezîrê da zanîn ku ew ê di demek nêz de hin hevdîtinan pêk bînin û got ku ew ê hevdîtinê bi serokê saziya tiba edlî û midûriyeta giştî ya girtîgehan re pêk bînin û di vê mijarê de wê pêşketinên li berçav pêk bên.”

Buldan der barê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de jî got: “Dîsa em têkildarî sirgûn û veguhastina girtiyan axivîn. Ji ber ku bi taybet di navbera girtî û mehkûmên li herêmên Trakya û Derya Reş û malbatên wan ên li herêmê de astengiya têkiliyan heye, malbat gelek mexdûr dibin, ji ber vê jî me ev tengasî jî anî rojevê. Di vê mijarê de jî Birêz Wezîr da zanîn ku ew ê di demeke nêzîk de fermanê bidin û ew ê di demek zû de girtî û mehkûmên li Trakya û Derya Reş bişînin girtîgehên li herêmê (Bakurê Kurdistanê)”

WÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ PÊŞKETINÊN GIRÎNG ÇÊBIBIN

Buldan da zanîn ku wan daxwazên xwe yên têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî anîne rojevê û Bozdag agahî daye ku wê di demeke kurt de pêşketinên girîng ji bo girtiyên nexweş çêbibin. Buldan ev agahî da: “Zêdetirî 300 girtiyên ku divê tavilê serbest bên berdan hene.  Her wiha, 30 girtiyên nexweş ên ku divê beyi guhertina qanûnî serbest bên berdan hene. Wê ev di demeke nêzîk de, di encama guhertinên qanûnî de serbest bên berdan. Ji me re dan diyarkirin ku xebatên wan ên ji bo vê yekê hene. Her wiha  dan diyarkirin ku xebatên wan ên têkildarî vê mijarê berdewam dikin, wê beriya destpêkirina hevdîtinên desteya giştî  yên der barê plan û bûtçeyê de, weke madeyekê li qanûnê bê zêdekirin û wê di vê mijarê de pêngav bên avêtin.”

WÊ 5 GIRTIYÊN LI ÎMRALI BÊN GUHERTIN’

Buldan têkildarî li şûna 5 girtiyên li Îmrali 5 girtiyên din werin jî got ku daxwaza xwe dubare kirine û di demeke herî kurt de wê li şûna 5 girtiyan, 5 girtiyên din werin û ji wan re hatiye gotin ku di vê mijarê de ti astengî tine ye.

Li ser pirsa 5 girtiyên nû yên werin Îmrali “wê sekreteriya Ocalan bikin” Buldan got, “Erê 5 hevalên mehkûm wê di heman demê de sekreteriya birêz Ocalan jî bikin. Jixwe em vê ji destpêkê ve dibêjin. Ne mijareke ku em îro dibêjin. Me berê jî gotibû. Ev heval di her mijarê de wê bi Birêz Ocalan re bibin alîkar. Me nav pêşniyarî wan kiribû. Lê der barê wê ev kes bin an na, ti agahiyek nedan me.”

Li ser pirsa, di nav heyeta biçe Îmrali de wê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik hebin an na de, Buldan got, "Em nizanin, me nav dabûn. Lê hê bi awayekî fermî di mijara ku wê ev heval tevlî heyetê bibin an na de ti agahî nedane me.”

WÊ HEVDÎTIN BIDOMIN

Buldan, diyar kir ku di rojên pêş de jî bi rayedarên hikûmetê re wê hevdîtin dewam bikin û wiha axivî: "Lê belê hê me plan nekiriye bê em ê bi kê re hevdîtinê pêk bînin. Em ê vê di navbera xwe de diyar bikin. Paşê em ê bi raya giştî re parve bikin.”