Bombe avêtin girtîgeha Tîpa E ya Amedê
Bombe avêtin girtîgeha Tîpa E ya Amedê
Bombe avêtin girtîgeha Tîpa E ya Amedê
Bombeya ku bi destan hatiye çêkirin avêtin, Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya li navçeya Rezan a Amedê. Di êrîşê de zerareke biçûk a madî çêbû.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, komeke rûyê wan girtî ya ji 5-6 kesan bombeya bi destan çêkirî avêtin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya li Taxa Mevlana Halît a li Rezan a Amedê.
Bombeya ket nîzamiyeya pêş a girtîgehê û baxçeyê li aliyê Cadeya Emek bi dengekî zêde teqiya. Hat ragihandin ku polîsên piştî bûyerê hatin herêmê dest bi lêkolînê kirine.