Binçavkiriyên li Dêrsimê dê sewqî edliyê bên kirin

Binçavkiriyên li Dêrsimê dê sewqî edliyê bên kirin

Tê payîn 8 BDP'yiyên li navçeya Dêrsim Pulurê hatin binçavkirin, sewqî Edliya Meletiyê bên kirin. 8 BDP'yî bi sedema êrîşa par a li dijî Serdozger Mûrat Ûzûn hatibûn binçavkirin.

Der heqê bûyera kuştina Serdozgerê Komarê yê Pulurê Mûrat Ûzûn de, ku bûyer di 19'ê Îlona 2012'an de rû da, 8 BDP'yiyên di operasyona bi fermana Serdozgerê Komarê yê Meletiyê de beriya du rojan hatibûn binçavkirin, li emniyetê tên ragirtin. 

Ji ber biryara nepenîtiya dosyayê, binçavkirî 24 saetan nekarîbûn parêzerên xwe bibînin. 8 kesên hatin binçavkirin, li dû kar û barên li Muduriyeta Emniyetê ya Dêrsimê tê payîn sewqî Edliya Meletiyê bên kirin.