Bi hezaran Rojavayî li ser sînorê Nisêbînê ne

Bi hezaran Rojavayî li ser sînorê Nisêbînê ne

Bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatine Qamişlo, bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" û piştgiriya çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, meşiyan ser sînorê Nisêbînê.

Bi hezaran welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê hatin Qamişlo, li çerxerêya Zeytuniyê hatin cem hev. Girseya gel ku pankartên wekî, "Emê dîwarê şermê hilweşînin", "Bijî berxwedana Aşye Gokkan" vekirin bi sloganên "Ji dîwaran re na, ji yekîtiya kurd re erê" heta ser sînorê Nisêbînê meşiya.

Piştî meşê bi hezaran kesan li hemberî cihê çalakiya ku kurdên Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê lidar dixin, çêkirina "dîwarê şermê" şermezar kir û  piştgiriya bi Ayşe Gokkan re anî ziman.

Çalakî bi axaftinan didome.