Bi hezaran kesan piştî 20 salan Olcay oxir kirin

Bi hezaran kesan piştî 20 salan Olcay oxir kirin

Cenazeyê Abdurrahman Olcay ê ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin û piştî 20 sal şûnde hestiyên wî hatin dîtin li Êlihê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di salên 90'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve gelek cînayetên kiryar nediyar hatibûn lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî cînayetên kiryar nediyar de hatî destpêkirin de di çaleke foseptîkê de kolandin hate kirin û di çalê de hestî hatibûn dîtin û piştî mînakên ji bo testa DNA'yê hatin girtin hestî li Goristana Mezopotamyayê hatibûn definkirin. Piştî salek şûnde encama lêkolîna DNA'yê derket û hat hînbûn ku hestî aîdî Abdurrahman Olcay in cenazeyê wî ji Goristina Mezopotamya hate wergirtin û ber bi Êlihê ve derxistin rê. Konvoya cenaze li Tesîsên Bêhndayînê yên Bardakçilar ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û piştî re konvoy hate Goristana Asrî ya li Taxa Petrolê. Darbesta Olcay a bi ala PKK'ê hatî pêçandin ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê heya goristanê birin. Hevserokên Rêxistina DBP'ê yên Êlihê Mehmet Candemîr û Ayşe Agilgat, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevşaredarê Kerboranê Sînan Akan, DBP, HDP, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankrata posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Olcay û 7 kesên din ên di dîrokên cuda de li Kerboranê jiyana xwe ji dest dane ya bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne. Şehîd namirin" hate vekirin û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Olcay li cem gorên şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Êlihê Şukru Baytar axivî û diyar kir ku heya hesab ji kesên welatî qetilkirin û windakirin neyê pirsîn aştiyek mayînde pêk nayê.

Bavê Olcay Mehmet Alî Olcay jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û wiha got: "Em ê hiqûqa vê dozê bipirsin. Dewleta Tirk van cînayetan dike. Mehmet Şîmşek, Huseyîn Çelîk û hin hevkarên din wan cînayetan dikin. Heke wekîlên Kurd bixwazin dikarin heya êvarî vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ti tiştî nakin."

Hevsera Olcay Mizgîn Dogan jî axivî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG û YPJ'ê xwest û dirûşma "Bijî berxwedan Kobanê" got.

Serdanên sersaxiyê ji bo Olcay wê 3 rojan li Mala Şînê ya Taxa Petrolkentê ya Êlihê bidomin.